Hat ragihandin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê cezayê dardakirinê li 2 girtiyên Kurd ên siyasî yên bi navê Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa yên ji bajarê Serdeştê birî. Sedema birîna cezayê dardakirinê jî “dijberiya xwedê” û “li hemberî dewleta Îranê re rabûne”.
Rejîma Îranê di van demên dawiyê de lez da zextên li ser girtiyên Kurd. Bi taybet di van demên adwiyê de rejîma Îranê cezayên dardakirinê û cezayên din ên giran bi ser girtiyên siyasî yên Kurd de dibarîne. Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê herî dawî cezayê dardekirinê li 2 Kurdên din jî birî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 2 kesên bi navê Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, ên ji Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta “dijberiya xwedê kirine” û “li hemberî dewletê rabûne” bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin. Hêjayê gotinê ye ku çalak û girtiyên siyasî her tim bi van sucan tên darizandin.
PJAK: JI BO ÇAVTIRSANDINÊ CEZAYÊ ÎDAMÊ XISTIYE DEWRÊ
Li hember zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî dewam dikin, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) du hefte berê daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser cezayên darvekirinê û pêkanîna van cezayan di rojên dawî de, diyar kir ku rejîma Îranê ji bo çavtirsandina civakê dîsa darvekirin xistine dewrê û banga xwedîderketina li girtiyên siyasî li gelê kurd kir. PJAK’ê careke din komara Îslamî ya Îranê hişyar kir.
Li gorî tomarên ANF’ê ji serê sala 2012 ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 8 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin.
TEVÎ NEJAD Û ÎSA 26 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ LI BER SÊDARÊ NE
Tevî Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa 26 girtiyên Kurd ên siyasî niha li ber sêdarê ne û dibe di her carekê de bên dardekirin: Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa.