Dadgeha bilind a Rejîma Komara Îslamî ya Îranê cezayê darvekirinê li 6 Krudên ji bajarê Salmasê hatibû birîn, erê kir.
Rejîma Komara Îslamî ku ji bo darvekirinê hincetên weke “karanîna madeyên hişber” bi kar tîne, bi berdewamî cezayê darvekirinê li Kurdan dibire.
Li gorî agahiyên, Dadgeh a Bilind a Rejma Îranê cezayê darvekirinê yê ku li 6 Kurdên ji Salmasê hatibû birîn erê kir. Hinceta darvekirinê weke her carê “karanîna madeyên hişber e.”
Hate zanîn ku 4 ji kesên ku navên wan nehatin zanîn ji gundê Helbîran û Qizilkendî yên Selmasê ne û di be di her kêliyekê de bêne darvekirin.