Redkarê Wijdanî Savda ‘careke din gel ji leşkertiyê sar kir’!

Redkarê Wijdanî Savda ‘careke din gel ji leşkertiyê sar kir’!

Di derbarê Redkarê Wijdanî Halîl Savda bi sûcdariya ‘gel ji leşkertiyê sar dike’ lêpirsînek din hate vekirin.

Li Qeyseriyê kesekê binavê Haci Osman Ozturk bi îdîaya ku malpera înternetê ya binavê ‘www.savaşkarşitlari.org’ bi sûcdariya ‘gel ji leşkertiyê sar dike û artêşê nexweş dide diyarkirin’ giliyê sûc kir. Li ser vê yekê Dozgeriya Stenbolê di derbarê Redkarê Wijdanî Halîl Savda bi sûcdariya ‘gel ji leşkertiyê sar dike’ lêpirsîn vekir.

Di çarçoveya lêpirsînê de parêzerê Savda Ramazan Kaya jî gel çûn Qereqola Polîsan ya Taksîmê îfade da.

‘EZ SÛCDARKIRINAN DIPEJIRÎNIM, EZ GEL JI LEŞKERTIYÊ SAR DIKIM’

Savda di îfadeyên li qereqolê dayî têkildarî sûcdariya ‘gel ji leşkertiyê sar dikî’ qebûlkir û diyarkir ku, “Bi vê malperê armanca me ewe ku em dengê kesên li Tirkiyeyê dijî şer û antî-mîlîtarîstê bilind bikîn. Em dixwazin li Tirkiyeyê mafê redkarên wijdanî bête naskirin. Em dixwazin leşkertiya mecbûrî bê rakirin. Em leşkertiya mecbûrî weke zilmekê dibînîn û dixwazîn leşkertî ji neçariyê bê rakirin, her wiha ji binî bê rakirin. Em leşkertiya neçarî dervey mafê mirovan dibînîn û di vê malpera me de em nûçeyên di vê rastekê de çêdikîn. Li gorî me leşkertî rewşekî xirabe. Ez dixwazim leşkertî bê rakirin û mirov zêdetir zilmê nebîne.”

Di çarçoveya lêpirsînê de ger dozgeriyê pêwîstî pê dît, dê di derbarê Halîl Savda de doz were vekirin.