Redhackê ji bo Dîlana biçûk êrîşê Qeymeqamtiya Sîwerekê kir

Redhackê ji bo Dîlana biçûk êrîşê Qeymeqamtiya Sîwerekê kir

RedHac ji bo protesto kirina mirina bigûman ya Dîlana 3 salî malpera înternetê ya Qeymeqamtiya Sîwerekê hack kir.

Dîlana biçûk ya 3 salî ku duh li ber deriyê malê yê navçeya Sîwerek ya Rihayê hate dîtin û piştre birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîwerekê jiyana xwe ji dest da. Ji ber sedema mirina bigûman ya Dîlana biçûk RedHackê malpera înternetê ya Qeymeqamtiya Sîwerekê hack kir.

Hate aşkera kirin ku, Dîlana biçûk ji ber sedema morik ketiye gewriya wê jiyana xwe ji dest daye, lê li ser îdîaya Dîlana biçûk hatiye tecawîz kirin, parlementerên CHP’ê biryara çûyîna Rihayê dan.