Rêber Yamaç ê YPS’yî hate definkirin

Şervanê YPS’ê Rêber Yamaç ê ku li Wanê jiyana xwe ji dest dabû, li warê ku lê jidayîkbibû hate definkirin.

Cenazeyê Rêber Yamaç (Rêber Amed) ê ku 6’ê Cotmehê li Taxa Xaçort a Wanê piştî şerê ku derketî li gorî şahidan diyar kirî, pîştî şer bi birîndar hate înfazkirin, ji aliyê malbatê ve ji morga Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi a Zanîngeha Yuzunci yilê hate wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Yamaç di dema rê de ji ber kontrolkirinê diregî şevê gihişte Amedê, li gundê Bolşe ê girêdayî navçeya Hezro hate definkirin. Konvoya cenaze di ketina navçeyê de rêveberên HDP’ê, DBP’ê û MEYA-DER jî di nava de ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Li ser rêya ku cenaze têre derbas dibû jî welatiyên gund li ser mal û şaneşînê xwe nîşana serkeftinê bilind kirin û dirûşmim qîr kirin.

Di ketina gundê Bolşe yê jî ciwanan al bilind kirin û bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne” konvoy cenaze pêşwazî kirin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund anî cih û şûn de darbesta Yamaç bi alên PKK’ê hate pêçan û li ser milan hilgirtin. Cenazeyê Yamaç bi dirûşmên mîna “Kujer Erdogan”, “Ey Şehîd çeka te li erdê namîne” û “Rêya Şehîd rêya me, PKK partiya me” anîn goristan gund, bi dirûşim û dûayan hate definkirin.

Piştî definkirinê di merasîmê de Hevserokê Şaxê MEYA-DER’ê yê Amedê Hasan Pençe axivî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, Serokkomarê Tirk Erdogan li Kurdistanê di polîtîkayekî şerê qirêj de bi îsrare.

Piştre jî birayê Yamaç Alî Yamaç axivî û diyar kir ku heta niha li hember dagirkeran serî netewandine, Rêber bi şehadeta xwe carekî din da nîşandan ku çiqas li ser rêya rast in.

Li aliyê din, erkdarê ku cenazeyê Yamaç kifin kirî da diyarkirin ku li ser çeng û serê wî şopên guleyan hebû, ev jî dide nîşandan ku hatine înfazkirin.