Di çalakiya ÎHD'ê û xizmên windayan ya vê hefteyê de çîroka Murat Yildiz yê ku di 23'ê Sibata 1995'an de li Îzmîrê hate windakirin hate vegotin. Serokê Şaxa ÎHD' ya Amedê Racî Bîlîcî bang li rayedarên hikumetê û çapmeniyê kir û wiha got: "Heke hûn her roj di televîzyonan de dê çawa şer dijwar bikin biaxivin, gotinên dê çawa şer bi dawî bikin bêjin. Dest ji dijmaniya gel berdin."
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 188'an li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Endamên ÎHD'ê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, KESK û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî berî çalakiyê axaftine kir û diyar kir ku, ew çalakiya xwe ya hefteya 188'an li dar dixin lê heta niha hikumetê ji bo windayan peyda bike tu gav neavêtin û hikumet û dewlet ramana xwe diparêzer. Bîlîcî anî ziman ku, heke hesaba windayan hatiba pirsîn û dayîn komkujiya Roboskiyê nedihate jiyîn û wiha got:
"Mixabin şer bi hov berdewam dike. Ev yekê nîşan dide ku polîtîkayên dewletê yên înkarê berdewam dikin." Bîlîcî bang rayedarên dewletê, çapemenî û stratejîstan kir û wiha axivî: "Heke hûn her roj di televîzyonan de dê çawa şer dijwar bikin biaxivin, gotinên dê çawa şer bi dawî bikin bêjin. Hûn nîqaşên dê rêxistinê çawa îmha bikin û bêtir xwînê birêjin dikin. Lê gel dixwaze êdî ev şer bi dawî bibe. Êdî dest ji dijmaniya gel berdin."
Bîlîcî da zanîn ku, ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û aştiyekî mayînde pêk bêdivê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gireva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kir bi awayekî demokratîk bi dawî bibe. Bîlîcî bilêv kir ku, heke dê rojên dijwar li benda welat bin.
'DIBE KU ROJEKÊ DERBIKEVE Û BÊ'
Endama Komîsyona Cînayetên Kiryar Nediyar û Windayan ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Nesîbe Guneş Perînçek çîroka windakirina Murat Yildiz yê ku di 23'ê sibata 1995'an de li Îzmîrê pêk hat vegot. Perînçek çîroka windakirina Yildiz wiha vegot: "Murat Yildiz di sala 1975'an de hat dinê û li Îzmîrê bû evîndarê jinekê. Lê xizmên jinê ev têkilî nepejirandin. Polîsekî xizmê jinê ji Murat Yildiz re gefa 'Heke tu neçî Stenbolê ez dê te bikujim" lê xwar. Murat ji ber ku li Bornovayê ya Îzmîrê di dewatekê de gule berdan hewayî hate lêgerînkirin û dayîka wî ji aliyê polîsan ve hate nerehetkirin. Pişt re dayîka Murat Hanîfe Yildiz bi destên xwe kurê xwe bir Şaxa Asayîşê ya Ozkanlar ya Bornovayê teslîmî Komîserê qereqolê Ramazan Kaya, polîs Tahîr Şerbetçî û Şah Îsmaîl Ozturk kir.
Roja din Hanîfe Yildiz, ji bo pirsa kurê xwe bike çû qerqolê û polîsan jê re got, 'Murat li Stenbolê çek jî hevalekî xwe girt û em dê kurê te bibin Stenbolê’ roja din dayîk çareke din ji bo pirsa kurê xwe bike çû qereqolê. Polîsan vê çarê jî jê re got, 'Em bi otobusê bi Murat re derketin rê. Dema Ferîbot diçû xwest biçe destşoyê. Me destên wî li ber destşoyê ji keleçeyê vekirin. Li ser vê yekê Murat xwe avête deryayê. Di deryayê de destê xwe bi keyfxweşî li me hejand.' Li ser vê yekê dayîkê li Eskîhîsarê serî li Dozgeriya Gebzeyê da. Berê geşedan ji dozger re gotin. Dozger jî ji wê re got 'Kurê te bi avjeniyê xilasbûye û dê rojekê derkeve û bê.' Lê êdî tu agahî ji Murat Yildiz nehatin girtin."
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.