Qurbaniyên Helepçeyê li Amsterdamê hatin bîranîn

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, komkujiya Helepçeyê bi çalakiyekê hat protestokirin û qurbaniyên komkujiyê hatin bîranîn.

Di civîna bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Amsterdamê de gelek Kurd û dostên Kurdan amade bûn. Hevserokên Navendê Neslîhan Dîlok û Engîn Yûrtsever axaftina vekirinê ya bîranînê kirin û dûre ji bo bîranîna qurbaniyan û cangoriyên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.

Di axaftinên li civîna bîranînê de hat ragihandin ku qirkirina li Helepçeyê hat kirin îro li Şengal û Kobanê tê kirin û hat destnîşankirin ku ev hewldan îro bi saya berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd û rêxistinbûyîna gelê Kurd ve hatiye şikandin.

Di axaftinan de hat gotin ku ji bo parastina gelan û jiyana di nava sîstemeke demokratîk de, ragihandina kantonan gelekî girîng e û hat diyarkirin ku mercên dîrokî pêşî li azadiya gelê Kurd vekirine.