Li Hesekê, di şeva 4'ê Cotmehê de, ji ber êrîşa xwekujî ya li dawetekê, piraniya wan ji malbta Mala Fatimê ya xwediyê dawetê 30 kes hatin qetilkirin, zêdeyî 80 kes jî birîndar bûn. Mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, wê li şehîdgeha li gundê Şêrcehê werin veşartin. Cenazeyên qurbaniyan wê bi konvoyekê bibin gundê Şêrcehê û saet di 10:00 de bi merasîmekê werin veşartin.
Hevseroka Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya Kantona Cizîrê Fatima Tahir da xuyakirin, ku ew li bendê ne ji bajarên Kantona Cizîrê û ji Hesekê gelek kes tevlî merasîma cenaze bibin. Tahir got, "Em ê merasîmeke girseyî lidar bixin. Gele me wê di merasîma sibe de nîşan bide ku ti carî li ber hêzên qirêj ên li pişt kujeran serî natewîne û wê li dora şoreşê her bicive. Wê mesaja berxwedanê û yekîtiya gelan bide."
BÛBÛ HEDEFA ÊRÎŞÊN ÇETEYAN Û REJÎMÊ
Li bajarê Hesekê komkujiya destpêkêy a girseyî di Newroza 2015'an de hatibû kirin. Piştre di şeva cejnê ya 5'ê Tîrmehê de li dijî mirovên li pêşiya firina li taxa Salihiyê di rêzê de bûn êrîşeke xwekujî hat kirin. Di 16'ê Tebaxa 2016'an de di êrîşa hêzên rejîma Baasê de ji gelên Kurd û Ereb bi dehan kes hatibûn qetilkirin. Bajarê Hesekê ku ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û Ermenî pêk tê, ji sala 2013'an Û vir ve dibe hedefa êrîşên çeteyan, rejîmê û hêzên paramîlîter ên rejîmê. Di êrîşa Hezîrana 2015'an a çeteyên DAIŞ'ê de hêzên rejîmê hatin şikandin. Li ser banga gelê Hesekê hêzên YPG/YPJ'ê, Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.