'Qirkirina aborîya li dijî Kurdan e'

'Qirkirina aborîya li dijî Kurdan e'

Rojnameger nivîskar Erol Ozkoray, “Pêşnûmeya Qanûnê ya Pêşîlêgirtina Fînansmana Terorîzmê”, wek ‘qirkirina aborî’ ya li dijî Kurdan bi nav kir. Ozkoray diyar kir ku armanca wan ew e  ku kurdan di alî aborî û malî de têk bibe û wiha got: “Di salên 90’î de karmendên kurd yek bi yek li malên wan dihatin kuştin. Niha di plana Makro de, biryara den ku bi rêbazeke wek Naziyan çareser bikin.”

Komîsyona Edaletê ya Meclîsê, “Pêşnûmeya Qanûnê ya Pêşîlêgirtina Fînansmana Terorîzmê” di rojên borî de qebûl kir. Di rewşa ku pêşnûme bibe qanûn, bêyî biryara dadger di bin fermana hikûmetê de dê ‘komîsyoneke nirxandinê’ ji burokratan bê avakirin û bi îdiaya ku piştgiriya fînansî didin terorîzê dê dest bidin ser hemû malên muxalîfan. Di duyemîn xala pêşnûmeyê de îfadeya ‘Ji bo ceza bê dayîn ne şerte ku fon di sûcekî de bê bikaranîn’ balê dikişîne.

Gerînendeyên Gitşî yê Kovara Idea Polîtîkayê yê berê Erol Ozkoray pirsên ANF’ê  bersivan û diyar kir ku pêşnûmeya mijra gotinê ye, bûyera herî bi xeter û bi xof ya dîroka salên 90’î ya Komara Tirkiyeyê  ye.

Ozkoray wiha got: “Ev pêşnûme, dibe pêkanîna Naziyan ya ku beriya qirkirina Yahudiyan dest danîbûn ser malê wan. Piştî wê ji xwe em hemû dizanin. Di salên 90’î de karmendên kurd yek bi yek ji aliyê dewletê ve dihatin kuştin. Niha jî dixwazin rêbazeke weke ya Naziyan pêk bînin.”

ARMANC TÊKBIRINA KURDAN E

Ozkoray da zanîn ku armanca wan eve kurdan di alî aborî de têk bibin û ji ber pêkanînan qanûnê dê hemû civak perîşan bibe. Ozkoray di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi burokrasiyê dê terora dewletê bê meşandin û tirsa di aboriyê de pêl bi pêl mezin bibe. Tu wateya, em bi bisekinin û bibînin tune. Ji ber tu eleqeya mijarê bi fînansmana terorîzmê tune.  Mîsyoneke sînsî ya pêşnûmeya qanûnê heye.  Her wiha ev pêşnûmeya sînsî dê sibê hemû kesên siyasetê dikin, muxalîfên ne kurd,  kes, sazî, televîzyon û partiyan jî hedef bigire.

JI BO PARTIYÊN DIN JÎ HIŞYARÎ

Ozkoray destnîşan kir ku dixwazin dest deynin ser hemûna mal a BDP’ê û hişyarî kir ku dê CHP jî para xwe ji vê bigire û got: “ Komîsyona Nirxadinê ku ji çend burokratan hatiye amadekirin dê dest bidin partiyan û malên wan bidin rawestandin. Heman tişt ji bo MHP’ê jî derbasdar e.  Ji hedefa herî mezin BDP ye. AKP piştî BDP’ê hel bike, ji bo totalîtarîzma xwe ava bike dê dest bavêje partiyên din.”

Ozkoray got ku qanûna li komîsyonê hatiye qebûlkirin qirkirina aboriyê û wiha got: “Qanûna Têkoşîna bi Terorê re me dît ku, polîtîkaya ‘Qirkirina Civakî’ li dijî, kesê di jiyana xwe de çek bi kar neanîne hatiye bikaranîn û ev kes wek terorîst bi nav kirine. Qirkirina Ermeniyan bi girtina 260 ermeniyan ku ji rojnameger, parlamenter û nivîskaran pêk dihat di 24’ê nîsana 1925’an de pêk hat. Armanc ew e ku girseyê bi hêsanî bigire.

ETABEKE GIRÎNG A POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ

Ozkoray wiha got: “Ev qanûn a parçeyeke polîtîkaya qirkirinê  ye. Kurdên ku di alî aborî de bê hêz tê xistin, tê hedefkirin ku zû têk bibin. Qanûna Têkoşîna bi Terorê re çawa ye ku  ji bo hemû rêxistinbûn kurdan têk bibe tê bikaranîn ev jî bi heman armancê tê bikaranîn.

 DIVÊ QANÛN BÊ ASTENGKIRIN

Ozkoray diyar kir ku ji bo felaketên mezintir pêk neyê dinvê pêşnûmeya qanûnê ya mijara gotinê ye pêşî lê bê girtin.