BI DÎMEN

Qeyûm li Şemrexê tenê tiştek kir: Nîjadperestî

Di ser desteserkirina şaredariya Şemrexê re mehek derbas bû. Qeyûmê AKP'ê di nava mehekê de tenê qiraxa rê bi rengê sor û spî boyax kir. Gelê Şemrexê dibêje, ev yek karê zîhniyeta dagirker e.

Şaredariya Şemrexê beriya mehekê hat desteserkirin. Qeyûmê AKP'ê dest danî ser hemû amûrên xizmetê yên şaredariyê, karê şaredariyê yê ji bo gel sekinand û kêleka rêyên navçeyê ku bi biryara gelê Şemrexê bi rengê kesk-spî hatibû boyaxkirin, bi rengê sor û spî yê ala Tirkan boyax kir. Zîhniyetê qeyûm ku li her şaredariya dagir kir, ala Tirkan bi avahiyan ve kir, li Şemrexê jî xwe nîşan da. Boyaxkirina qiraxa rê bi rengê sor û spî, di heman demê de pêkanînên faşîzan û nîjadperest ên çeteyên JOH-POH'ê yên qadên xwerêveberiyê xerakirin û şewitandin, anî bîra mirovan. Gelê Şemrexê nerazîbûn nîşanî vê pêkanîna nîjadperestî da û gotin, sebra wan êdî nema ye.

AYAZ: MÎNA DIJMINAN NÊZÎ ME DIBIN

Hamdûllah Ayaz da xuyakirin, ku qeyûm dest daniye ser hemû çavkaniyên şaredariyê, xizmeta ji bo gel rawestandiye û got, "Qeyûmê ku qet xizmetê ji me re nake, hemû xizmetên tên kirin jî sekinandiye, rêya me bi rengê sor û spî boyax dike. Bi vî rengî nîjadperestiyê dike. Em ê ê nîjadperestiyê qebûl nekin û li ber xwe bidin."

AZAK: EM Ê DESTÛRÊ NEDIN VÊ NÎJADPERESTIYÊ

Osman Azak ê 70 salî diyar kir, ew vê zîhniyeta faşîzan û nîjadperest bi dehan salan e nas dikin. Azad zext û êrîşên faşîst ên hemû desthilatdariyê Tirk bibîr xist û got, "Ev pêkanînên AKP'ê, dagirkirina bajarê me, wê nikaribe bi me. Çawa ku me berê li ber xwe dan, em ê îro jî li ber xwe bidin."

Azak da zanîn, ku piştî qeyûm dest danî ser şaredariyê, gelê Şemrexê di ber avahiya şaredariyê re jî derbas nebûye û destnîşan kir, ku vê yekê hêrs û biryardariya têkoşînê ya gel mezintir kiriye.

ACAR: SEBRA ME ÊDÎ NEMA YE

Fesîh Acar jî da xuyakirin, ku ji ber ku pêkanînên nîjadperestî yên qeyûm gelê Şemrexê kêm maye biteqe, sebra xwe nema ye û got, nabe ev zilm û zordarî dewam bike. Acar ragihand, hevşaredar vîna wan e, lewma ji bilî hevşaredaran ew ê ti hêzeke talanker û faşîst nas nekin. Acar got, "Roj roja berxwedanê, li dijî qeyûm, zilm û talanê roja xwedîderketina li vîn û rûmeta xwe ye" û bang li gel kir ku li dijî qeyûman li ber xwe bide.