Qasida Aştiyê Aysel Dogan kemoterapiyê dibîne
Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a li girtîgehê bi kanserê ket, tedawiya kemoterapiyê dibîne. Tevî ku doktoran gotin, "Di van şert û mercan de tedawî nabe, divê teqez bê berdan" Dogan nehat berdan.
Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a li girtîgehê bi kanserê ket, tedawiya kemoterapiyê dibîne. Tevî ku doktoran gotin, "Di van şert û mercan de tedawî nabe, divê teqez bê berdan" Dogan nehat berdan.
Qasida Aştiyê Aysel Dogan a li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke endama Koma Aştiyê hat Tirkiyeyê, lê hat girtin û 17 sal in di girtîgehê de ye, rewşa wê ya tenduristiyê her xerab dibe. Dogan ku beriya demeke kurt bi nexweşiya kansera li bizrê zarokan ket û teşhîsa asta 3 a ji 4 astên vê nexweşiyê hat kirin, ji ber helwesta dewletê bi derengî hat teşhîskirin. Ji ber vê derengmayînê û mercên girtîgehê nexweşê giran bû.
Tevî ku doktoran gotin, "Di van şert û mercan de tedawî nabe, divê teqez bê berdan", raporên di vî warî de û biryara dadgeha bilind a du caran binpêkirina maf jî, Dogan nayê berdan. Hat ragihandin ku Dogan di nava mercên ragirtinê de kemoterapî lê tê kirin.
Dogan a ku li Nexweşxaneya Zekaî Tahîr saet di 09:30 de tedawiyê destpê kir, tê payîn ku seansa kemoterapî heta saet 13:30 dewam bike.