Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di çarçoveya xebatên birêxistinkirinê de, navenda xwe ya duyemîn di 20'ê îlonê de li Qamişloyê vedike.
PYD ku di 20'ê îlona sala 2003'yan de hatibû damezirandin û partiya herî mezin a siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê ye, lez da xebatên xwe yên birêxistinkirinê. PYD di vê çarçoveyê de navenda xwe ya duyemîn li bajarê Qamişlo vedike. Navend dê di 9'emîn salvegera partiyê, ango di 20'ê îlonê de li Kolana Şehîd Xebat a Taxa Xerbî saet di 17.00'an de bi merasîmek girseyî bê vekirin. Rêveberên PYD'ê bang li gel kirin ku bi girseyî tevlî merasîmê bibin.