PYD: Kuştina Cangî karê hêzên tarî ye

PYD: Kuştina Cangî karê hêzên tarî ye

PYD'ê, êrîşa çekdarî ya li hemberî Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmud Walî Ebu Candî ku duh li Serêkaniyê ji aliyê kesên çekdar ve hatibû kuştin, şermezar kir û ji malbata Cangî re sersaxî xwest. PYD'ê bal kişand ku ev êrîş ji aliyê hêzên yekîtiya kurdan naxwazin ve hatiye pêkanîn û xwest ku bûyer bê lêpirsîn.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê êrîş hate şermezarkirin û hate gotin ku ev êrîş, ji aliyê kesên ku qenciya kurdan naxwazin ve hatiye pêkanîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên ev êrîş pêk anîne, dixwazin di nava gelê kurd de tevlîheviyê çêbikin û ev tişt hatin gotin: "Hinek hêz û kesayetî nahêlin ku gelê kurd di bin siya Desteya Bilind a Kurd de bibe yek. Her wiha destê xwe dirêjî îradeya me bikin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin divê derbarê bûyerê de lêpirsîn bê destpêkirin û bûyer bê ronîkirin û wiha hat gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku ev lêpirsîn dê ji aliyê Desteya Bilind ve bê meşandin û encamek erênî bê girtin."

Di daxuyaniyê de, bang li hemû kurdan hate kirin ku di vê pêvajoya hesas de bihîstiyar bin û bibin yek. Di dawiya daxuyaniyê de ji malbata Ebu Cangî û hevalên wî re sersaxî û sebir hate xwestin.