PYD'ê navenda xwe ya duyemîn li Qamişlo vekir

PYD'ê navenda xwe ya duyemîn li Qamişlo vekir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di 9'emîn salvegera damezirandina xwe de duyemîn navenda xwe li bajarê Qamişlo, bi beşdariya sedan kesan vekir.

PYD ku di 20'ê îlona sala 2003'ayan de hatibû damezirandin û partiya herî mezin a siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê ye, di 9'emîn salvegera damezirandina xwe de piştî Efrînê, navenda xwe ya duyemîn li bajarê Qamişloyê bi merasîmekê vekir. Bi sedan kes beşdarî merasîma li ber avahiya PYD'ê ya li Kolana Şehîd Xebat a Taxa Xerbî bûn. Di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û alên PYD'ê hatin vekirin. Merasîma ku nûnerên gelek partiyên siyasî, nûnerên netew û baweriyên li Qamişloyê, meclîsên taxan, saziyên civakî, Saziya Malbatên Şehîdan û gelek kesayet jî beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Ey Reqîp" destpê kir. Piştre Endama PYD'ê Bera Hiseynî belavoka PYD'ê ya bi minasebeta 9'emîn salvegera damezirandinê hatiye weşandin, xwend.

Bera Hiseynî, diyar kir ku wan wekî partî di nava 9 salan de berxwedanek bi rûmet nîşan daye. Hiseynî, anî ziman ku rejimê li dijî wan operasyon û zulma xwe zêde kiriye, lê wan bi delenên mezin gelek pêngavên girîng avêtine. Hiseynî, destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha dom kir; "Em ê li ser riya şehîdan û felsefeya Rêber Apo, heta avakirina xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk têkoşîna xwe bidomînin."

'EM DI PÊVAJOYA AVAKIRINA XWESERIYA DEMOKRATÎK DE NE'

Piştî Hiseynî, Endamê Desteya Birêvebir a PYD'ê Nurî Mehmud axivî û destnîşan kir ku sîsteya heyî bi zulm û zorê hebûna xwe dide meşandin, partiya wan jî li dijî vê yekê têkoşîn dide. Nurî Mehmud, anî ziman ku wan wekî partî, soza azadiyê daye û ev tişt gotin: "Me xebata xwe pêş ve bir. Lê hêzên ku îradeya gel qebûl nakin jî, hemû hêza xwe li hemberî me bikar anî. Tifaqên wekî yên Edeneyê hatin îmzekirin. Îxanet hate pêşxistin. Lê me li dijî van hemuyan berxwedan nîşan da, gelek şehîd dan û gel anî vê merheleyê." Mehmud, bal kişand ku ew niha di pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk de ne û wiha pê de çû: "Em niha gihîştine astekê. Êdî, serkeftin pir nêzîk e, xeyal nîn e." Mehmud di dawiya axaftina xwe de, got ku ew ê li hemû barên Rojavayê Kurdistanê navendên xwe vekin.

NÛNERÊN GELEK PARTIYAN TEVLÎ BÛN

Piştî axaftina Mehmud, li ser navê partiyên siyasî yên wekî, Hîzbî Lîberalî Kurdistan, Hîzbî Demokratî Kurdistan, Meclîsa Suryaniyan û saziyên civakî axaftin hatin kirin û li ser giringiya yekîtiyê hate rawestîn. Her wiha li ser navê Meclîsa Gel a Qamişlo, Saziya Malbatên Şehîdan jî axaftin hatin kiri. Dîsa hinek kesayetan jî axaftin kirin û ji PYD'ê serkeftin xwest. Di merasîmê de gelek peyam jî hatin xwendin.

Piştî axaftinan Koma Botan a muzîkê çend stran pêşkêş kirin. Piştî muzîkê navenda PYD'ê ji aliyê hevsera Hisên Ebu Cudî ku li Girtîgeha Hesekê ji aliyê rejîma Suriyeyê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin û yekemîn şehîdê PYD'ê ye, Hezmî Îsmaîl Birahîm ve hate vekirin. Piştî vekirinê gel navenda PYD'ê ziyaret kir. Merasîm bi belavkirina belavoka PYD'ê bidawî bû.