PYD'ê li Rojavayê Kurdistanê navend vekir

PYD'ê li Rojavayê Kurdistanê navend vekir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn navenda xwe vekir.

PYD ku partiya herî mezin a siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ye, xebatên xwe yên birêxistinkirinê didomîne. PYD'ê cara yekemîn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe bi beşdariya hezaran li dar xistibû. Piştî kongereya ku di meha Hezîranê de hatibû lidarxistin xebatên rêxistinkirinê jî bi lez ketin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Kobanê navenda partiyê hate vekirin. Ev cara yekemîn e ku PYD li Rojavayê Kurdistanê navendekê vedike.

Navenda partiyê bi merasîmekê hate vekirin. Bi hezaran kesên ku beşdarî "Meşa Înê" bûne, piştî meşê derbasî navenda PYD'ê bûn. Endama Desteya Rêvebir a PYD'ê Emîne Osê, rêveberên Meclîsa Bajêr a Kobanê û saziyên civakî jî tevlî merasîmê bûn.

Endama Desteya Rêvebir a PYD'ê Emîne Osê, di merasîmê de axivî û diyar kir ku ev pêngavek serkeftina gelê kurd a li Rojavayê Kurdistanê ye. Osê, anî ziman ku ev xebatên wan dê bidomin ew ê navendên xwe li hemû bajarên Rojava vekin.

Piştî axaftinê, navenda PYD'ê hate vekirin.