PYD’ê kanala El Erebiye derewand

PYD’ê kanala El Erebiye derewand

Desteya Çapemeniyê ya PYD'ê nûçeya televîzyona El Erebiya ku digot Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmut Walî Ebu Candî ji aliyê PKK'ê ve hatiye kuştin, bi tundî şermezar kir û bal kişand ku ev nûçe perçeyek ji hewldanên têkbirina yekîtiya kurdan e.

Endamê Encumena Nîştîmanî ya Kurdî li Sûriye û endamê Partiya Azadî ya Rojavayê Kurdistanê li Mehmûd Walî Ebû Cangîr, di êvara 20’ê Îlonê de li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşeke sûîqestî de jiyana xwe ji dest da. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê êrîş hate şermezarkirin û hate gotin ku ev êrîş, ji aliyê kesên ku qenciya kurdan naxwazin ve hatiye pêkanîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên ev êrîş pêk anîne, dixwazin di nava gelê kurd de tevlîheviyê çêbikin û ev tişt hatin gotin: "Hinek hêz û kesayetî nahêlin ku gelê kurd di bin siya Desteya Bilind a Kurd de bibe yek. Her wiha destê xwe dirêjî îradeya me bikin."

Desteya Çapemeniyê ya PYD'ê têkildarî nûçeya El Erebiya ku digot Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmut Walî Ebu Candî yê li Serêkaniyê di encama êrîşa çekdar de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê PKK'ê ve hatiye kuştin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de nûçeya televîzyonê bi tundî hate şermezarkirin û hate diyarkirin nûçe bi temamî derew e.

'PERÇEYEK SIYASETA QIRÊJ E'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku El Erebiya ji aliyê zîhniyetê ve cêwiya televîziyona Dunyayê ya rejîma Suriyeyê ye û sîxûriya hêzên ku yekîtiya kurdan naxwazin dike. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev nûçe berdewama vê siyaseta qirêj e û ev tişt hatin gotin:

"Em dizanin ku di çapemeniyê de bêalîtî tuneye. Lê em di zanin ku di çapemeniyê têgehek bi navê objektîfî jî heye. Lê ev televizyon wisa nake xizmeta hêzan dike. Jixwe Erdogan aşkera gotibû ku avakirina Desteya Bilind karekî ne rast e û divê berdewam neke. Herêma me ji bo rêveberiya xweser bûye mînak. Ev jî bûye hedefa sîstemên desthilatdar ên wekî Tirk, Baasî û yên din. Em di zanin ku ev hêz ji bo têkbirina vê sîstema ku gel li dorê kom bûye û serkeftina xwe îspat kiriye, hemû hewldanan dikin. Careke din nûçeya televîzyona El Erebeyi şermezar dikin û red dikin. Em dibêjin ku ev perçeyek ji plana hewldanên têkbirina yekîtiya kurdan e."

BÛYER ÇAWA ÇÊBÛ?

Di daxuyaniyê de der barê awayê pêkhatina bûyerê de jî ev agahî hatin dayîn: "Ebu Candî, dema li ber avahiya meclîsa Taxa Hîwî ya Encumena Niştîmanî bû, rastî êrîşa çekdarî ya kesekî hat. Kesê êrîşkar piştre ji cihê bûyerê bi meşê dûr ketiye. Di wê demê mirovekî Ebû Candî ku li cihê bûyerê bû bi demanceyê gule berdan hewa. Ciwanên ku li kolanê bûn jî, xwestin êrîşkar bi çekan bikujin, lê xizmên Candî nehiştin û xwestin wî bi saxî bigirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku PYD ji bo girtina kesê êrîşkar û ronîkirina bûyerê dê bi hemû hêza xwe xebatê bimeşîne û di vî warî de hemû sazi û rêxistinên xwe xistine dewreyê.