Li bajarê Hewlêrê heyeta PYD’ê ji bo çareseriya rewşa Rojava bi desteya alîkariyê ya bajarê Hewlêrê re hevdîtnin pêkanî. Desteya Alîkariya Ji bo Rojava soza alikariyê dan heyeta PYD’ê.
Li Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi armanca alîkarî dayîna gelê Rojava ‘Desteya Alîkariya Gelê Rojava ya bajarê Hewlêrê bi heyeta PYD’ê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hate axaftin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di derbarê rewşa siyasî, aborî û deriyê sînorê Rojava-Herêma Kurdistanê û girêdayî heman mijarê hevdîtinên ku heyeta PYD’ê bi partîyên siyasî û saziyên civaka sivîl yên Başûrê Kurdistanê re çêkirîn re agahî da Desteya Alîkariya Gelê Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê.
Piştî axaftina Muslim endamên Desteya Alikariyê jî nêrîn û pirsên xwe yên di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê bitaybet rewşa aborî, deriyê sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê de ji Heyeta PYD’ê anîn ziman û Desteya Alikarîya Rojavayê Kurdistanê soza alîkariyê dan heyeta PYD’ê û diyar kirin ku, tişta ji destê wan bê, ewê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bi awayek herî çalak bikin. Hevdîtinê nêzîkî demjimêrek berdewam kir.
Piştî ku hevdîtina bi heyeta PYD’ê re bidawî bû, li ser navê Desteya Alîkariya Gelê Rojavayê Kurdistanê sîyasetmedar Elî Mehmûd ji ajansa nûçeya ya Dîcle DÎHA’yê re axivî. Mehmûd da zanîn ku, armanca wan ya vê hevdîtinê ew bû ku wek Desteya Alîkariya Gelê Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê dixwazin ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê alîkariyê kom bikin û vê yekê bi awayek fermî ji heyeta PYD’ê rabigihînin.
Mehmûd di derbarê helwesta Hukumeta Başûrê Kurdistanê, partîyên siyasî û saziyên civaka sivîl yên herêma Kurdistanê jî nêrînên xwe anîn ziman û da diyar kirin k, pêwîste Hukumeta Başûr û hemû partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl yên Herêma Kurdistanê li hember rewşa Rojava şiyar bin û ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên gelê Rojava bitaybet ji bo deriyê sînor û alîkariya xwarinê û sotemeniyê tişta ji destê wan tê pêwîste demek ji ya din zûtir bikin.
Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyên Kurdan yên her çar parçeyan bi taybet bang li Kurdên Rojava û Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku, pêwîste xwedî li mafên xwe derbikevin û yeketiya xwe ya neteweyî xurt bikin. Mehmûd di berdewama axaftina xwe de got ku, eger Kurd di vê pêvajoya ev qas hesas de li hev xwedî dernekevin dibe ku ev firsenda dîrokî ya kû ji bo yeketiya netewî bingehek mezin daye avakirin carek din bi destê Kurdan nekeve.