Prz. Eren: AKP’ê daraz xistiye bin kontrola xwe

Prz. Eren: AKP’ê daraz xistiye bin kontrola xwe

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît Eren diyar kir ku, ew dixwazin ne Daraza Daybet, daraza adîlane pêş bikeve û wiha got: "Divê dagehên bi rayeyên taybet bi dawî bibin. Divê bi paşerojê re rû be rû bibin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Baroya Amedê, MAZLUMDER, TÎHV, Odeya Tabîban a Amedê, Navenda Pêşxistina Civakî ya Sivîl, biboneya hefteya mafên mirovan li ber Edliyeya Amedê çalakî pêk anîn. Komê di daxuyaniyê de pankarta "Ne Darezandina Taybet, darezandina adîl" vekirin û daxuyanî dan.

Beriya daxuyaniyê polîsan tedbîrên mezin girtin. Dema komê daxuyanî da, pişta xwe dan derve û berê xwe dan edliyeyê û daxuyanî dan. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît Eren diyar kir ku, dîsa di hefteya mafên mirovan de daraza bi rayeya taybet û dageha bi rayeya taybet pêşwazî dikin.

Eren xwest li şûna dadgehên taybet û bi rayeya taybet dadgehên azad û adîlane bên avakirin. Eren xwest mafê parastinê serbest bibe û wiha got: "AKP li ser navê reforma darazê bêtir daraz xistin bin kontorla xwe. Bêtir daraz bi xwe ve girêdan. AKP'ê li ser navê guhertinê ji bo xwe û li gorî xwe reform pêk anîn. Ger ku AKP bi vî şiklî tev bigere aştiya civakî pêk nayê.”

'ŞAHIDÊ NEPEN Û DOSYAYÊN VEŞARÎ RASTE RAST BINPÊKIRINA MAFANE’

Eren destnişan kir ku, li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî şahidên nepen û dosyayên nepen li dijî demokrasî û mafên mirovanin. Dadgehên bi Rayeyên Taybet (OYM) li dijî demokrasî û mafên mirovanin. Xala CMK'ê ya 153'an li dijî hiqûqe ye. Hêj xala 250'an nehatiye rakirin.