Li taxa Nûrê ya Cizîrê komek ciwan bi boneya 9'ê Cotmehê şermezar bikin çalakî pêk anin. Polîsan bi bombeya gazê mudaxaleyî komê kir û welatiyek birîndar kir. Çalakî didome.
Komek ciwanên ku li taxa Nurê ya Cizîrê ya Şirnexê kom bûn, bi boneya tecridê û 9'ê Cotmehê şermezar bikin li ser kolana Botanê çalakî pêk anîn. Ciwanên ku xwestin bimeşin rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şit hatin. Di mudaxaleyê de welatiyê bi navê Mehmet Şimşek (30) bi bombeya gazê ji çenga xwe birîndra bû. Hevalên Şîmşek ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Çalakî didome.