Polîsên Tirk bi ser avahiyên HDP û DBP’ê yên Amedê û navçeyên wê de girtin
Polîsên Tirk avêtin ser avahiyên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyên Amedê.
Polîsên Tirk avêtin ser avahiyên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyên Amedê.
Li Amedê, polîsan avêtin ser avahiyên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP). Polîsan avahiyên bajêr ên her du partiyan jî ku li navçeya navendî Rezanê ne, dorpêç kirin, li avahiyan dest bi lêgerînê kirin.
Polîsan rêyên diçin partiyan girtine û hewl didin gel asteng bikin.
Hinceta serdegirtinan nehat zanîn.
Li gel avahiyên bajêr polîsan bi ser ên navçeyan de jî girtin. Li tevahî avahiyan lêgerîn didomin.
Li bajêr duh danê sibehê jî tevî hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP-DBP’ê, gelek siyasetmedar bi operasyona qirkirina siyasî hatibûn binçavkirin.