NÛ BÛ

Polîsên Tirk bi hemwextî avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê

Polîsan bi awayekî hemwext bi ser avahiya HDP’ê û DBP’ê ya Colemêrgê de girtin.

Parlamenterê HDP'ê Nîhat Akdogan li hemberî serdegirtinê polîsan a li ser avahiya ku wê kongre lê bihatiba lidarxisin nerazîbûn nîşan da.

Polîsan biryara lêgerînî nîşan dan û kontrola nasnameyan kirin. Kolana ku avahiya DBP'ê li wir e ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Dîsa di serdegirtina hemwext a li ser avahiya HDP’ê jî lêgerîna hatî destpêkirin dewam dike.