Polîsên AKP’ê di ser avahiya BDP’ê û şaredariya Kanîreşê de girt

Polîsên AKP’ê di ser avahiya BDP’ê û şaredariya Kanîreşê de girt

Yekîneyên tîmên taybet, polîsên hêza çevîk û leşkeran serê sibê bi ser malên BDP'yî û şaredariya Kanîreşê ya Çewlikê û avahiya BDP'ê de girt. Di serdegirtina malan de Wekîlê Şaredarê Kanîreşê Selîm Yildirim û gelek endamên BDP'ê hatin binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan û Fermandariya Cendirmeyan serê sibê di demjimêrên 06.30'an de di ser avahiya BDP'ê ya Kanîreşê, avahiya Şaredariya Kanîreşê û gelek malên endam û rêveberên BDP'ê û meclîsa şaredariyê de girtin. Dîsa hemwext li gundê Heznoweyê Kanîreşê de jî girtin. Polîs û leşkeran bi hevkariya hev di serdegirtina malan û avahiyên BDP'ê de gelek endam û rêveberên BDP'ê û endamên mecîsa şaredariyê binçavkirin. Serdegitirtina polîsan û leşkeran didome.

Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de Serokê BDP'a berê ya Kanîreşê Şemsettin Ozer, Wekîlê Şaredarê Kanîreşê Selîm Yildirim, Cîgirê Şaredarê Kanîreşê Raşît Ozer û Nevzat Azat, endamên BDP'ê Umît Oz, Delegeyê KCD'ê Ekrem Tiryakî, Ferhat Karadag, M.Kadri Sayaç, Şehmuş Kahraman jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Leşkeran li gundê Heznowe û Xişxişokê jî bi ser gelek malan de girt. Piştî serdegirtina avahiya BDP'ê û şaredariyê welatî herikin ber avahiyan û bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku, dîmenên 12'ê Îlonê dîsa dubare dibin. Welatiyan xwest operasyon bi dawî bibe û kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan. Alozî didome.