Li Amedê lepirsîna tekildarê qetilkirina ciwanê bi navê Ozgur Arda ku ji aliyê polîsan bi hinceta guh neda hişyariya "raweste" hate gulebaran kirin û jiyana xwe dest da de, derket holê ku daxwaza dozger ya ji bo girtina polîs ji aliyê dadgehê ve hatiye red kirin. Polîsê bi navê M.F.K,di îfadeyek balkeş ya wek "Dema ez ketim xwar wê demê çeka min ket erdê. Heman deman de min denge guleyek bihîst, dibe ku ev deng ji çeka min jî hatibe " da, dadgehê polîs bi îddaya "şika reşkirina delîla tuneyê" serbest berda.
Li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê di 22 kanûnê 2012'an de di demjimêrên şevê de ciwanê bi navê Ozgur Arda li kolana Dêra Dayîka Meryem de bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekir ji aliye polîsan ve hatibû gulebarankirin û jiyana xwe dest dabû. Piştre malbata Arda bi alîkariya ÎHD'ê serî li dozgeriye da û polîs gilî kir.
Hat hînbûn ku, di lêpirsîna piştî bûyerê ya ku ji aliyê Dozgerê Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de, polîsê bersûc ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hatiye girtin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatiye kirin. Di îfadeyên ji aliyê dozgeriyê ve di çarçoveya lepirsînê de polîsê bersûc, polîsên şahîd û şahîndên cîhê bûyerê hatin girtin de, polîsê bi navê M.F.K, bi daxwaza girtinê sewqî 5’mîn Dageha Cezaya Sulh ya Amedê hat kirin. Polîsê derket dadgehê ji aliyê dadger ve serbest hat berdan.
‘DEMA EZ KETIM ÇEKA MIN TEQIYA!’
Polîs M.F.K. ye ku wek şikdar îfade da dozgeriyê di îfadeya xwe de got ku dema wî ji Ozgur Arda nasname xwestiye Arda xwe wek Ejder Arda daye naskirin û ji cem wan reviyaye. M.F.K. diyar kir ku, ew di heman demê de ketin pê Arda û dema revê de ji Arda wek "Raweste ne reve polîs" îkaz kiriye û piştî 50-100 metreyan destê Arda de çek dîtiye. M.F.K îddia kir ku, dema ew li pey Arda direviyan Arda li xwe fitili û çek li wan rakişandiye lê gule bernedaye.
M.F.K îdîakir ku, dema Arda diraviya wî ji îkazê guleyek berdayê piştre ketiye erdê dema ketiye erdê dengê guleyekê bihîstiye lê fêmnekiriye ku ew deng ji çeka kê derketiye û got belkî ji çeka wî derketi be. Hat hînbûn ku, M.F.K. di îfadeya xwe gotiye, piştî ew ji kolane derket dît ku Arda li erdeyê û got wî Arda hedef negirtiye, gule baran nekiriye.
ŞIKA REŞKIRINA DELÎLAN TUNEYE!
Li ser ve îfadeya polîs, dadgehê birayara "Sûcê bizanabûn mirov kuştinê tuneye. Gelek delîl hatine komkirin, ji ber ku ev mirov peywirdarê rayeyê û cihê wî diyare delîl reşnake û nareve" daxwaza girtina polîs red kir û ew serbest berda. Li hemberê îddiaya polîs ya ku destê Ozgur Arda de çek heye ajansa nûçeyan ya Dîcle DÎHA’yê dîmên weşandibû û di dîmênan de di destê Arda de çek tune bû.