Polîsê li Geverê birîndar bû mir

Polîsê li Geverê birîndar bû mir

Hate zanîn ku polîsên li navçeya Geverê ya Colemêrgê di êrîşeke çekdarî de mir Îsmaîl Ozkurkçu ye. Hate hînbûn ku Ozkurkçu ji nifusa Wanê ye. Di navbera welatî û polîsên piştî bûyerê çûn cihê bûyerê de rageşî rû da û polîsan bombeyên gazê bi karanîn.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê saet di dora 15.40'an de li ber Marketa Ugur ya li kolana Kasapan polîsê girêdayî Midûriyeta Polîsan a Geverê di êrîşeke çakdarî de miriû. Hate zanîn ku polîsê mir ji Wanê ye û navê wî Îsmaîl Ozkurkçu ye.

Piştî bûyerê di navbera polîs û welatiyan de rageşî derket û polîsan bombeyên gazê bi karanîn. Di dema mudaxeleyê de esnafan dikanên xwe girtin û sloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin û belav bûn. Lêkolîna li cihê bûyerê didome.