Polîsê di teqîna li Mêrdînê de birîndar bû mir

Polîsê di teqîna li Mêrdînê de birîndar bû mir

Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê dema ku wesayita zirxî ya polîsên tevgera taybet derbas dibû, teqînek pêk hat û di encamê de polîsek mir.

Hat ragihandin ku li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê, dema wesayita leşkerî ya zirxî ya polîsên tevgera taybet derbas dibûn, teqînek pê hat. Di encamê de yek jê bi giranî, 2 polîs birîndar bûn. Ji polîsên rakirin nexweşxaneyê polîsek mir û polîsê din jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.