Polîsan Serokê Egîtîm Senê û gelek kesên din binçavkirin

Polîsan Serokê Egîtîm Senê û gelek kesên din binçavkirin

Komek endamên Egîtîm Sen'ê yên ku xwestin sîstema 4+4+4 'an ya hikûmete şermezar bikin û dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Kasim Bîrtek jî di nav de gelek endamên sendîkayê hatin binçavkirin.

Komek endamên Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê ji bo sîstema perwerdehiyê ya 4+4+4'an şermezar bike xwest meşekê pêk bîne. Koma ku xwest ji ACZ Plaza ya li Ofîsê heta Lîseya Fatihê meşê pêk bîne rastî astengiya polîsan hat. Li ser astengiya polîsan komê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Koma ku dest bi rûniştinê kir, polîsan bi jopan êrîşî komê kir. Piştî êrîşa polîsan Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Kasim Bîrtek jî heye gelek kes hatin binçavkirin. Koma ku rastî êrîşa hatin dirûşmeyên "Zam zulim û îşkence, vay AKP", "Bê ziman jiyan nabe", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Koma ku ji AZC'ê ber bi avahiya xwe ya Egîtîm Senê ve meşiyan çalakiya xwe li ber avahiyê berdewam dikin.