Polîsan piştî pevçûnê li Elkê mal û kargeh dan ber guleyan

Polîsan piştî pevçûnê li Elkê mal û kargeh dan ber guleyan

Li navçeya Elkê ya Şirnexê piştî duh gêrîlayên HPG'ê li dijî nokteya polîs û cendirmeyan êrîşên çekdarî pêk anîn, polîsan pişt re bêserûber li mal û kargehên li navçeyê gule barandin.

Şevê din li navçeya Elkê ya Şirnexê şerekî dijwar pêk hat. Şerê ku duh li derdora demjimêr 21.45'an destpê kir, piştî 20 deqîqeyan berdewam kir bi dawî bû. Piştî çalakiyê polîsan li navçeya Elkê ya Şirnexê mal û kargeh bêserûbrr da ber guleyan. Ji ber vê yekê welatiyan bertek nîşanî gulebarana polîsan da. Derbarê kuştin û birîndaran de agahî nehat girtin. Polîsan li navçeyê tedbîrên gelek mezin girtin.