Redkarê Wijdanî Halîl Savda ji Roboskiyê ber bi Enqere ve "Meşa Aştiyê" dabû destpêkirin û li navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê ji aliyê Polîsan ve hate rawestandin. Polîsan destûr neda Savda bimeşe û diyar kir ku, polîs dixwazin wî bibin Edene anî Dîlokê.
Redkarê Wijdanî Halîl Savda di 1'ê îlonê de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnêx ber bi Enqere ve "Meşa Aştiyê" dabû destpêkirin. Savda 28 rojin dimeşe û li navçeya Bahçe ya Osmaniyeyê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Savda heya niha 700 kîlometre meşiya û di derketina bajar de destûr nedan bimeşe. Savda ji aliyê polîsan ve li ser biryara Waliyê Osmaniyeyê hate rewastandin û dixwazin bi zorê wî li wesayîtê siwar bikin. Hate hînbûn ku, Savda li hemberî vê yekê berxwe da.
Savda ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku, di derketina navçeya Bahçe de ji aliyê polîsên sivîl û fermî ve hate rawestandin. Savda anî ziman ku, polîsan ji wî re got: "Hasesiyetên Bahçeyê hene. Ji ber van hasesiyetan em te nadin meşandin" wi jî ji polîsan re got, "Ez ji Roboskiyê heta vir nêzî 700 kîlometre meşiyam. Ez dê li vir jî bimeşim. Armanca me aştî ye. Em dixwazin li vi welatî windahiyên mirova bi dawî bibin. Ez ji bo pevçûn bi dawî bibin dimeşim. Hewcehiya aştiyê çawa ji bajarên din re hebe ji Bahçe û Osmaniye re heye. Di vê rê de bi hezaran wesayît diçin. Em tu kesî asteng nakin."
Savda da zanîn ku, polîsan meşa wî weke "provakasyon" nirxandin lê ya polîs dikin provakasyone. Savda anî ziman ku, di derketina Bahçeyê de rawestandine û dora wî polîsan dorpêçkiriye û dixwazin wî bibin Edene û yan jî Dîlokê.