Yekîneyên Midûriyeta Polîsan şevê din di ser gundê Zêvkê yê Wanê de girt û 2 kesên ku tê îdîakirin gêrîlayên HPG'ê de înfaz kirin.
Hate zanîn ku, şevê din yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Wanê di ser gundê Zêvkê yê li jora Taxa Suphanê de girtin. Di serdegirtinê de 2 kesên di malekê de qetil kirin. Hate diyarkirin ku 2 kesên ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin gêrîlayên HPG’ê ne. Cenazeyên 2 kesan rakirin nexweşxaneya Herêmê ya Wanê.