Li navçeya Nisêbîne ya Mêrdînê cenazeyên gêrîlayê HPG'ê Mehmeh Şirîn Cebe (Akif Doðan) û dayîka wî Nesibe Cebe kir ji aliyê 10 hezaran kesan ve hat definkirin. Di merasimê de polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Mehmet Şirîn Cebe (Akif Dogan) ku di 13'ê Çileyê de polîsan di ser mala wan de girt û di malê de heya guleyên wî xilas bûn şer kir û piştre bombe bi xwe ve teqand, her wiha malbata gêrîla Semîra Caferî (Destan Bêrîtan) ya di 8'ê Mijdara 2012'an de li Kelaşer di şer de jiyana xwe ji dest da ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiye wergirtin û anin Nisêbîn û Silêmaniyê.
Malbata gêrîla Cebe li Nisêbînê bi girseya ku 10 hezar kes beşdar bibûn li goristana Hacilarê bûn. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê cenazeyên gêrîla Mehmet Şirîn Cebe (Akif Dogan) û dayîka wî Nesibe Cebe li goristana navçeyê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hat definkirin. Girseya tevlî merasimê bibû piştî belav bû rastî mudaxaleya polîsan hat. Pişti mudaxaleya polîsan girseyê jî bersiv da polîsan û di nava kolanan de pevçûn derket. Şer û pevçûna di nava girseyê û polîsan de didome.