Polîsan li Geverê zarokê 10 salî birîndar kirin

Polîsan êrîş bir ser ciwanên Erdogan û Davutoglu yên hatin Geverê şermezar kirin. Zarokê 10 salî Dûran Îşleyen ê li ber mala xwe sekinîbû bi guleya plastîk ji çavê xwe birîndar bû. Îşleyen piştî mudaxeleya yekemîn sewqî Wanê kirin.

Ciwanên bi sedema Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglu yên ji bo vekirina Balafirgeha Geverê hatin navçeyê vekirinê dikin amûra siyasetê protesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Di bûyerên bi êrîşên polîsan destpê kirin, zarokê 10 salî Dûran Îşleyen ê li Taxa Yenî Mahalle li ber mala xwe sekinîbû bi guleya plastîk a polîsên ew kirin hedef ji çavê xwe birîndar bû.

Îşleyen ê malbatê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê piştî mudaxeleya yekemîn bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Herêm û Lêgerînê ya Wanê hatin kirin. Bavê Îşleyen ê bi rêya telefonê me xwe gihandiyê got ku polîsên di wesayîta zirxî de kurê wî hedef girtine û gule berdanê.

Bav Îşleyen diyar kir wê gilî bike û bi van gotinan berteka xwe nîşan da: “Çavê kurê min venabe, niha bi temamî girtiye. Yekser berdanê, hê zarokekî 10 salî ye. Çawa lê didin?”