Polîsan li Geverê êrîşî ciwanan kirin

Li navçeya Geverê ya Colemergê piştî êrîşa polîsan a li hemberî ciwanan, ku bûyer derketin 2 ciwan birîndar bûn.

Li navçeya Geverê ya Colemergê piştî êrîşa polîsan a li hemberî ciwanan ku bûyer derketin 2 ciwan û 3 polîs birîndar bûn. Aqubeta zarokê ku ji lingê xwe birîndar nehat zanîn. Di bûyerên duh de jî ciwanê bi navê Savaş Akbaş ê ji aliyê polîsan ve ji lingê xwe birîndar bû bi birîndarî hat binçavkirin hat girtin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê tevî ku ti çalakî tinebûn jî polîsan bi wesayîtên zirxî li Cadeya Cengîz Topel li terqarê ya girtîgeha kevin bi guleyên plastîk êrîşî ciwanan kirin. Bûyerên ji ber êrîşa polîsan rû dan ku bi dawî bûn, dikandarên nerazîbûn nîşanî polîsan an dikanên xwe venekirin. Polîsan di pevçûnan de Navenda Çandê ya Şehîd Mawa dan ber guleyan, polîsan her wiha Mizgefta Navend a Eskî Kişla û gelek xanî ku kirin hedef, bombeyên gazê avêtin. Di encama berxwedana ciwanan de polîs vekişiyan Kolana Eczaneler.

Hê jî nayê zanîn bê zarokê ji ber êrîşa polîsan ji lingê xwe birîndar bû û polîsan ev kirin wesayîta zirxî li ku derê ye.

Di wesayîta zirxî ya bi navê akrep a ciwanan da ber keviran qulipî 3 polîs birîndar bûn. Dorpêça polîsan a ev du roj in li navçeyê hê jî didome. Bi 5 otobûsan jî polîs sewqî navçeyê hatin kirin. Di vê navberê de tevgera balafirên şer a li navçeyê dewam dike.

Di bûyerên duh de jî ciwanê bi navê Savaş Akbaş ê ji aliyê polîsan ve ji lingê xwe birîndar bû bi birîndarî hat binçavkirin hat girtin. Akbaş ê hat girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Colemêrgê.

Ligel vê hat ragihandin ku wê cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar Çîçek (Adil Gever) ê li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da sibe saet 12.00’an wê ji Pira Şakîtan bi girseyî were pêşwazîkirin û li Goristana gundê Bajêrge bê defnkirin.