Polîsan li Amedê ciwanek ji piştê ve kuşt

Polîsan li Amedê ciwanek ji piştê ve kuşt

Li kolana Dêra Dayîka Meryem ya Taxa Alîpaşa ya ser bi navçeya Sûrê, polîsan ciwanê binavê Ozgur Arda (30) ji piştê ve gulebaran kir û kuşt, 2 kesên şahidên bûyerê jî binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine standin, di demjimêrên êvarê de li kolana Dêra Dayîka Meryam ya taxa Alîpara Sûrê ya Amedê, polîsan ciwanê bi navê Ozgur Arda yê 30 salî ji pişt ve kuştin. Hate diyarkirin ku, piştî Arda di gulebarandina polîsan de bi giranî birîndar bû, polîsan ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Hate ragihandin ku, Arda di rê de jiyana xwe ji dest da. Xizmên Arda jî çûn ber deriyê nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku, cenazeyê Arda ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. Li aliyê din jî hate diyarkirin ku, Ahmet Oktekîn û Fuat Oner yên şahidê bûyerê ne jî hatine binçavkirin. Oktekîn û Oner birin Qereqola Polîsan ya Balikçilarê.