Polîsan karwana cenazeyên gêrîlayan li Amedê rawestand

Polîsan karwana cenazeyên gêrîlayan li Amedê rawestand

Malbatan cenazeyên 8 gêrîlayên HPG'ê ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Amedê. Karwana 8 cenazeyan di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin.

Ji 8 cenazeyên gêrîlayên HPG'ê yên li Hênê ya Amedê û Kato yê Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dan 4 jê cenazeyên gêrîlayan dê li Amedê bên definkirin. Cenazayên din dê li Colemêrg, Wan û Şirnexê bên definkirin. Karwana ku zêdeyî 100 wesayîtan hebû û di nav de parlementerên BDP'ê Emîne Ayna, Ozdal Uçer, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî heyî di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Hate zanîn ku polîsan xwestiye cenazeyan rast bişînin bajar û navçeyên wan, lê malbatan jî xwestine îşev cenazeyan li Amedê bihêlin. Hevdîtina parlementeran û polîsan didome.