Polîsan karwana ber bi Mereşê ve hatin astengkirin

Polîsan karwana ber bi Mereşê ve hatin astengkirin

Karwanên ku ji 10 bajaran hatin û di nav de nûnerên saziyên sivîl ên civakî û parlementer jî hene, di navbera navçeya Narli û Gurgumê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Ji bo 34'emîn komkujiya Gurgumê şermezar bikin, ji 10 bajaran bi dehan wesayîtan berê xwe dan Gurgumê. Karwanê ku ji dehan otobus, dolmîş û wesayîtan pêk tê yên xwestin bên Gurgumê di ketina Gurgumê de ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve hatin rawestandin. Hate zanîn ku, karwanên ku ji Enqere, Çorum, Mêrsin, Edene, Meletî, Sêwas, Stenbol, Efyon, Îzmîr hatin Gurgumê li ser rêya Narli ya Gurgumê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin rawestandin.

Hate hînbûn ku, di nava heyetê de Parlementerê CHP'ê Huseyin Aygun, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, û Parlamenterê Gurgumê Durdu Ozpolat jî heye û rawestîna karwan hêj didome.