Polîsan êrîşê konê sersaxiyê yê gerîla kir

Polîsan êrîşê konê sersaxiyê yê gerîla kir

Polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi bombeyên gazê êrîş li konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG'ê Metîn Dayan hate vekirin kir.

Li taxa Nur a navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo gerîlayê HPG'ê Metîn Dayan (Erdal Cizre) ê ku di kanuna 2011'an de li Çiyayê Cudî bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hate vedan. Piştî kon hate vedan polîs bi wesayîtên zirxî hatin cihê kon hate vedan bi bombeyên gazê mudaxele li kon kirin. Piştî mudaxeleya polîsan li tax pevçûnan dest pê kir û pevçûn berdewam dikin.