Polîsan di ser mal û buroya Parêzer Sînan Tanrikulu de girt.
Li gorî agahiyan polîsan serê sibê di ser mal û buroya Parêzer Sînan Tanrikulu yê girêdayî Baroya Amedê de girtin. Piştî lêgerînê hard dîsk û hinek pirtûk hatin desteserkirin. Di serdagirtinê de Tanrikulu nehate binçavkirin lê jê xwestin di demjimêr 15.00'an de li Edliyeya Amedê îfadeyan bide dozgeriyê. Hate hînbûn ku, serdagirtin di çarçoveya lêpirsîna "KCK'ê" de pêk hat.