Polîsan carekî din êrîşî wekîl û gel kirin

Carekî din polîsan êrîşî gelê li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê kombibûn kirin. Tevî êrîşa ku parlementerên HDP’ê ya xwestin rawestînin hatin derbkirin jî berxwedan didome.

Bertekên gel ên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê zêde dibe. Welatiyên li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin kom bûn, rastî êrîşa polîsan hatin.

Girseya ku li kolana Lise kom bûn, bê navber siloganên "Amed ranezê, li vîna xwe xwedî derkeve" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Piştî girsê bertekên xwe anî ziman polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA êrîşî girsê kir.

Polîsan bi ava şit êrîş kir û gelek welatî bi lêdanê binçavkirin. Wekîlên HDP'ê yên ketin navbera girsê û polîsan jî rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel û wekilên HDP'ê Besime Konca, Leyla Birlik, Dirayet Taşdemir, Selma Irmak û Ferhat Encu dorpêç kirin û ew darp kirin. Polîsan bi gotina "Wekîlan jî binçav bikin" û xwestin wekîlan jî binçavbikin. Li ser vê yekê gel bertek nişan dan û rageşî zêde bû. Hat zanîn ku heta niha 10 welatî hatin binçavkirin. Bertekên gel didomin.