Polîs bi çekên luledirêj digerin
Li derdora Lîseya Petrol a li Taxa Petrol a Êlihê polîsên sîvîl bi çekên luledirêj digerin.
Li derdora Lîseya Petrol a li Taxa Petrol a Êlihê polîsên sîvîl bi çekên luledirêj digerin.
Li derdora Lîseya Petrol a li Taxa Petrol a Êlihê polîsên sîvîl bi çekên luledirêj digerin. ÎHD û Platforma Hilbijartinê ya Serbixwe der barê mijarê de girtek amade kirin. Polîsên bi çekên luledirêj digerin rê li ber gumanan vekirin. Dîsa polîsên tevgera taybet û wesayîtên zirxî ku tên ber dibistanê bala mirovan kişand.
Li Taxa Raman wesayîta bê plaqa ya li Dibistana Seretayî ya Ziya Gokalp hat ferqkirin ji aliyê HDP’yiyan ve hat rawestandin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, der barê van wesayîtan de li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr geriya. Ata got ku rayedaran gotiye, “Ti karê me bi wan wesayîtan re nîne. Wê neyên bikaranîn.”