Endama Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî û Endama Meclisa Daîmî ya KCD'ê Emîne Ayna, diyar kir ku ew wekî platformê dê di 13'ê Çile de li Stenbolê ji bo azadiya Ocalan konferansa navneteweyî pêk bînin. Ayna, anî ziman ku xebatên wan ên konferansê li ber dawî ne û wiha got: "Em dixwazin bi vê Konferansê li Tirkiye û cîhanê niqaşekê bidin destpêkirin. Em dê konferansê bi navê 'Çima ji Ocalan re Azadî" pêk bînin.
Di van rojên ku li ser hevdîtina Îmraliyê de gote got zêde dibin de, Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azad jî dest bi xebatan kir. Platformê ji bo Azadiya Rêberê Abdullah Ocalan zend û bendên xwe badan û lez dan xebatên xwe.
Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî ji bo di 13'ê Çile de li Stenbolê ji bo azadiya Ocalan konferansa navneteweyî pêk bînin, dest bi xebatan kirin. Platformê pêşî dest bi kampanya îmzeyan kir û kampanya didome. Platform ji bo di 13'ê Çilede konferansê pêk bîne xebatan dimeşîne.
Endama Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî û Endama Meclsa Daîmî ya KCD'ê û Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, diyar kir ku ew wekî platformê dê di 13'ê Çile de li Stenbolê ji bo azadiya Ocalan konferansa navneteweyî pêk bînin.
Ayna da zanîn ku xebatên wan ên konferansê li ber dawî ne û wiha got: "Em dixwazin bi vê konferansê li Tirkiye û cîhanê niqaşekê bidin destpêkirin. Xebatên me yên konferansê li ber bidawbûnê ne. Hemû karên teknîkî bi dawî bûne. Di konferansê de dê rop û mîsyona rêberên welatên ku di heman pêvajoyê re derbas bûne bên niqaşkirin. Em dê konferansê bi navê 'Çima ji Ocalan re Azadî" pêk bînin.
Dîsa xebata me ya îmzeyan berdewam dike. Rola me ya heri sereke danasîna rol û nasnameya Ocalan e. Em dê aliyê wî yê îdeolog û aştiyê bidin xuyakirin. Divê her kes aliyê Ocalan ê nayê dîtin baş bibîne û qebûl bike."
Ayna, da zanîn ku wan xwe gihand gelek derdoran, lê wan xwe negîhand milê gel. Ayna, da zanîn ku ger milê gel temam nebe dê konferans negêje armanca xwe û aliyekî wê lawaz bimîne.
Ayna, destnîşan kir ku polîtîkaya dewletê ya li hemberî Îmraliye di heman demê de li hemberî gelê kurd pêş dikeve û wiha got: "Polîtîkaya dewletê ya li hemberî Îmraliyê û li hemberî gelê kurd ji hev ne çûda ye. Di feraseta herdu nêzîkatiyan de hişmendiyek heye. Me 20 sal berê pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka metingeriyê bi nav dikir. Dewletê 30 sal berê digot kurd tune. Lê piştî têkoşîna 30 salan êdî dewlet hebûna kurdan qebûl dike. Dewlet dibêje îmralî grev e, lê Kurdistana Tirkiyeyê jî grev e.
OCALAN NE GIRTIYEK JI RÊZÊ YE
Ayna, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û xwest her kes li gorî rol û mîsyona Ocalan a aştî, çareseriyê nêzîk bibe. Ayna, anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya li Îmraliyê polîtikaya dîlgirtina gel e û wiha bi dawî kir: "Tirkiye dixwaze bi tecdîla li ser Birêz Ocalan hemû gelê kurd tecrîd bigre. Ji ber ku Birêz Ocalan heviya gel e. Ger ku em hihekî bêtir ji dil bixebitiyana me dikarîbû gelê kurd û Birêz Ocalan ji vê dîliyê rizgar bikiraya.”