Platforma danûstanên demokartîk ên Sûriyeyê li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê yê ser bi Girkê Legê, hat lidarxistin. Platformê bi beşdariya 160 nûnerên opozisyonê yên bajarên Sûriyê, du rojan dewam kir. Platform di encama nîqaşên berfireh de qediya.
Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm di dawiya Platformê de axivî û kêfxweşiya xwe bi beşdariya nûnerên hemû aliyên li Sûriyê, anî ziman.
El-Selûm diyar kir ku beşdariya hemû aliyên Sûrî di platformê de, tê wateya ku ew dixwazin dûrî planên hêzên derve, çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re bibînin.
El-Selûm bal kişand ser pêvajoya hesas a li herêma Rojava û Sûriyeyê û wiha axivî: "Bi saya fedekariya bi sedan ciwanan, jiyan li herêmên Rêveberiya Xweser asayî ye."
El-Selûm da zanîn ku projeya federaliyê maf e, ne xwesteke û ev tişt anî ziman: "Em amade ne di vê projeyê dewam bikin, ku çareseriya aloziya Sûriyeyê ji Rojava dest pê bikin."
El-Selûm destnîşan kir ku wê hemû herêmên Sûriyeyê ji terora DAIŞ'ê bêne rizgarkirina û got: "Wê şervanên QSD'ê berê xwe bidin bajarê Reqayê û li tevahiya herêmên Bakurê Sûriyeyê şerê çeteyên DAIŞ'ê bikin."
El-Selûm hêvî kir ku platforma danûstanên demokratîk ên Sûriyeyê bibe destpêka civandina hemû aliyên Sûriyeyê, ku li ser projeya federaliyê lihev bikin û aloziya Sûriyeyê çareser bikin.