PKK: Xwedî li şerê vîna li zindanan derkevin!

PKK: Xwedî li şerê vîna li zindanan derkevin!

Komîteya Rêveber ya PKK’ê balkişande ser greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ya ku kete roja 35’an û wiha got; “Li beramberî dengê berxwedanvanên girtîgehan kerbûyîn, kerbûn û korbûna wijdanê ye.” Her wiha banga xwedî derketina li çalakiya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê kir. PKK’ê hişyariya “Ji bilî azadiyê her cûre encamên ku ji girtîgehan derbikeve hikumeta AKP’ê berpirsyare.”

Komîteya Rêveber ya PKK’ê di derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê girtîne û di roja 35’mîn de ye daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku di malpera pkkonline.com de hatiye weşandin hate ragihandin ku, di sîstema îşkenceya Îmraliyê de ji şert û mercên girtigehên din zêdetir dixwazin konsepta îmhakirin û înkarkirinê bi encam bikin.

Komîteya Rêveber ya PKK’ê di daxuyaniya dayî de sîstema îşkenceya Îmralî weke “sîstema tunekirinê” bi nav dike û bi berdewamî wiha dibêje; “Rêberê me li hemberî sîstema Îmralî ya di bin desthilatdariya navenda hegemonyayê de, berxwedanekî bê hempa nîşan dide. Li dijî vê berxwedana bê hempa, li gel pêkanîna 14 salan ya sîstema îşkenceya Îmraliyê nêzî 15 mehin tecrîdekî girankirî tê meşandin.”

Daxuyanî wiha dom kir:

“Rêberê me xusûsên jiyanekî azad û bidestxistina statûyekî civakî ya Kurdan tenê bi civakê dikare mimkûn dibe, her wiha sipartina şert û mercên Îmraliyê bi du hincetên bingehîn danî holê. Bi van rastiyan li rexmî hemû êrîşên tunekirinê bi şîara hebûna xwe parastin û azadî bidestxistinê berxwedana xwe bilind kir. Berxwedana ku bi helwesta fîzîkî da destpê kirin, her wiha di şert û mercên Îmraliyê de sîstema konfederalîzma demokratîk pêşxistî pêşkêşî civakê kir, bû malê gel û malê milyonan. Rêberê me bi parastinên ku pêşxistiye paradîgmayên nû avakir û piştrast kir ku dê nekarin bi milyonan mirovan bişidînin hucreyên teng de. Bû gel, bû pêşengê avakirina civaka demokratîk û azad. Gelê me bi hemû çalakiyên xwe da diyarkirin ku, tenê bi Rêbertiyê re jiyan şertê jiyana azade. Şehîdên xwe bi vê zanabûnê pêşwazî kirin. Li gel çalakiyên li Kurdistanê, nobeta azadiyê ya gelê me yê li Ewropayê, kampanya Ji Ocalan re Azadî ya ji 8’ê Îlonê ve destpê kir û çalakiya tûra otobûsan bû wesîleyekî hişyarbûn û agahdarkirina rayagiştî.”

PKK’ê bal kişand ser Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ku gerîlayan di 23’yê tîrmehê de li herêma Şemzînanê da destpêkirin û greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin. PKK’ê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê silav kir û bal kişand ser berxwedana PKK’ê ya di zîndanan de.

Komîteya Rêveber a PKK’ê got; “Li hemberî êrîş û îşkenceyên dijwar ên derbeya 12’ê Îlonê, Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, çaran û hemû kadroyên pêşeng ên PKK’ê dest bi berxwedanê kirin, ev berxwedan di şexê van de mînakek teqez a afirandina civakê ye. Armanca greva birçîbûnê ya salên 80’yan pêk hat ew bû dengê xwe rabigihînin derve. Lê armanca greva birçîbûnê ya ku îro ji aliyê hezaran girtiyên PKK û PAJK’yî ve hatiye destpêkirin ew e ku ne tenê deng rabigihîne derve, armanca wan ew e ku dengê xwe rabigihînin hemû cîhanê.”

PKK’ê got; “Kesên ku xwe li hemberî berxwedana zîndanan kerr dikin, wijdana wan jî kerr û kor e” û hişyariyên tund li hukûmeta AKP’ê kir:

“Hemû armanca hukûmeta faşîsta AKP’ê ew e ku dengê azadiyê yê ji Kurdistanê bilind dibe bifetisîne û li hemberî vî dengî xwe kerr dike. Her çendî hewl dide ku xwe bi rojevên pûç nû bike jî, hukûmeta AKP’ê li hemberî berxwedanên bi pêşengiya Rêbertiya me hatiye destpêkirin, asê maye. Ji bilî azadiyê, berpirsê hemû encaman hukûmeta faşîst a AKP’ê ye. Rejîma faşîst a ku ligel israra xwe ya di siyaseta înkar û îmhayê de, guhê xwe li dengê azadiyê digire û hewl dide ku hemû raya giştî ker û lal bike. Ev çalakî êdî gihiştiye kêliyek krîtîk. Kerbûna li hemberî dengê ji zîndanan bilind dibe, tê wateya kerbûna li hemberî azadî û rûmetê.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

“Divê hemû hêzên demokratîk, aşitîxwaz û azadîxwaz xwedî li berxwedana ku ji aliyê Rêbertiya me ve hate destpêkirin, ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’î ve hate bilindkirin û ji 15’ê Cotmehê ve bi deşdariya bi hezaran girtiyên azadiyê berdewam dike, xwedî derbikevin, bi çalakiyên xwe bersivê bidin, dengê azadiyê heta pêkhatine Rêbertiya me bilind bikin. Divê bi vîna xwe tevlî şerê vînê yê di girtîgehan de bikin û vîna azadiyê biafirînin.

Li ser vî bingehî, em bang li gelê me, jinên Kurd ên ku ji bo parastina hebûna xwe berxwedêrên dîrokî afirand, ciwanên Kurd ên ku bi qasî nan û av pêwîstiya wanbi azadiyê heye, dikin ku dengê ji zîndanan bilind dibin, li derve bilindtir bikin.” PKK’ê diyar kir ku hebûn bi berxwedaneke xurt tê parastin û azadî bi vî awayî tê bi destxistin û got; “Em careke din bi rêzdarî berxwedana hevalên me yên PKK û PAJK’î yên girtî ku ji bo parastina hebûnê û bidestxistina azadiyê dane destpêkirin, silav dikin û bang li hemû şoreşger, demokrat, welatparêz û raya giştî dikin ku piştgiriyê ibdin vê çalakiya bi rûmet.”