PKK: Hêzên komkuj tu carî nagihin armanca xwe

PKK: Hêzên komkuj tu carî nagihin armanca xwe

PKK’ê komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez têde jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir û got: “Ev komkujiya bi hevkariya hêzên navneteweyî û Gladyoya Tirk bi awayeke profesyonel hatiye kirin, ji bo sabotekirina pêvajoya aşitiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, pêk hatiye.” PKK’ê da zanîn ku hêzên ku vê komkujiyê pêk anîne bi tu awayî nagihin armancên xwe yên qirêj.

Komteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbarê êrîşa sûîqestî ya ku 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan, de daxuyaniyek da. PKK’ê got: “Ev komkujiya bi hevkariya hêzên navneteweyî û Gladyoya Tirk bi awayeke profesyonel hatiye kirin.” PKK’ê da zanîn ku ew ê teqez hesabê vê komkujyê bipirsin.

PKK’ê got: “Partiya me PKK, qetilkirina yek ji milîtanên jêhatî û damezrênerên partiya me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemes ku 9’ê çileyê li Navenda Enformasyona Kurd a li Parîsê pêk hat bi nefret şermezar dike û bejna xwe li ber van hevalên me ditewîne û em careke din soza xwe ya dilsoya bi wan re a ji bo têkoşînê nû dikin.”

SÊ MIROVÊN MEZIN ÊN SERBILIND

Komîteya Rêveber a PKK’ê got: “Ev komkujiya bi hevkariya hêzên navneteweyî û Gladyoya Tirk bi awayeke profesyonel hatiye kirin, ji bo sabotekirina pêvajoya aşitiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, pêk hatiye” . PKK’ê da zanîn ku her sê jin bi zanebûn hatine hilbijartin û got: “Sara, Rojbîn û Ronahî! Sê endamên bi rûmet ên têkoşîna azadiya Kurdistanê û vîna tevgera jina azad! Sê mirovên mezin ên serbilind! Partiya me, gelê Kurdistanê û jinên Kurd ên ku li ser xeta Rêbrtiyê dimeşin tu carî vê komkujiya bi nelet ji bîr nakin û dê hesabê wê bipirsin.”

BÊBEXTÎ Û HEWLDANÊN REŞKIRINÊ PÛÇ IN

PKK’ê da zanîn ku ji roja derketina PKK’ê heta îro partiya wan li dijî gelek komployên mezin û komkujiya têkoşiyaye û gihiştiye roja îro û got: “Bi vê komploya li dijî mirovahiyê hevala me ya pêşeng Sakîne Cansiz û xeta têkoşîna tevgera me ya jinê, dîsa îdeolojiya PKK’ê û xeta me ya berxwedana têkoşînê kirine hedef. Lê bila baş were zanîn ku ev komkujî û provakasyon bi tu awayî nikarin tevgera me û gelê me tê bibin. Hîna bûyer nû qewimîbûn, raydarên AKP’ê, berdevkên wê û çapemeniya wê ya alîgir, xwestine vê komkujiya bi xwînxwarî pêk hatiye veşêrin, lê bêbextî û hewldanên reşkirinê pûç in.”

‘DEWLETA FRANSE DI BIN BARÊ BERPIRSYARITYÊ DE YE’

PKK’ê destnîşan kir ku heta agahiyên vê komkujiyê neyê aşkerekirin, berpirs neyên dîtin û darizandin, dewlet û hukûmeta Franse di barê berpirsyariyê de ye û got: “Li navenda Parîsê, li cadeyeke ewqas qelebalix, nîva rojê komkujiyeke wiha pêk tê, ger me bi desteka hêzên sîxûrî yê navneteweyî û desteka dewletan be ne pêkan e ku komkujiyeke wiha pêk bê. Ev komkujî xeleka dawî ya hêzên komploger li hemberî Rêbertiya me, gelê Kurdistanê û saziyên wê pêk tîne û hewldanên krîmînalîzekirina tevgera me ye.”

KOMKUJ NAGIHIN ARMANCÊN XWE YÊN QIRÊJ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê baş were zanîn ku weke ku îro, tu komkujiyên ku ji aliyê van hêzan ve tê pêkanîn nagihin armanca xwe. Partiya me PKK, dê ji bo bîranîna milîtanên xwe yên hêja, têkoşîna azadiyê xurtir bike û heta azadiya gelê Kurdistanê û Rêber Apo bi dest nexe, dest ji vê doza xwe ya pîroz bernade.”

BANGA XWEDÎDERKETINA LI CENAZEYAN

PKK’ê ji bo xwedîderketina li cenazeyan bang li gelê Kurdistanê kir: “Em bang li hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz, jinên Kurd ên berxwedêr û azadîxwaz, ciwanên Kurdistanê, dostên gelê me, hemû hêzên şoreşger, demokrat û sosyalîst dikin ku li hemberî vê komkujiya qirêj têkoşîna azadiyê xurt bikin bi awayeke xurt xwedî li cenazeyên hevalên me yên şehîd derbikevin.”