Komîteya Rêveber a PKK’ê di şexsê Hakî Karer, Çaran, Halîl Çavgun, Hozan Migzîn, Hidir Ozgen Bîngol, Leyla Qasim, Îbrahîm Kaypakkaya û kesên di komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dane, hemû ‘Şehîdên meha Gulanê’ bibîr anî.
ANF
BEHDÎNAN
în, 15 gulanê 2015, 13:15
Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser malpera fermî ya înternetê de daxuyaniyek da û mîlîtanên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. PKK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dema dîrokî, welatê me Kurdistan, wek warê şer, qirkirin û berxwedana li dijî van nîşan dide. Rastiya gelekî ya wisa ku, di nava evqas demê de di bin qirkirinan de maye û rastiya civakîbûna xwe derxistiye derveyî rojê, hema hema tineye. Tevî parçebûna xakan, tevî parçebûnan civakan, îro bûye navenda berxwedana mirovahiyê, di aliyê îdeolojîk, siyasî û sosyolojîk de encamên baş derxistine holê. Ev rastiyeke dîrokî ye. Di aliyê dîrokî û rojevîbûnê de ev rastî tevgera PKK’ê û Rêberiya wê ye. Partiya me û rastiya Rêbertiya me di hemû deman de herikîna hêzên hegemonîk a li ser dîrok û welatê me daye sekinandin, hemû plan û lihevkirinên li ser welat û herêma me hatine avakirin, beralî kiriye û bûye rêbaza rizgariya gelên Rojhilata Navîn. Berxwedana tevgera me duh peymana Qasr-i Şîrîn û Sykes Pîcot ku welatê me parçe kir-kir mêtingeh û îro jî plan û lihevkirinên hêzên hegemonîk ên global û herêmî vala derxistine.”
Daxuyaniya PKK’ê wiha dewam dike:
“Di dîroka welatê me de meha Gulanê, meheke ku herî zêde êrîş li hember hebûna me çêbûne û li dijî vê van êrîşan herî zêde berxwedan hatiye nîşandan. Qetilkirina yek ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya ku bi birîndarî li Zîndana Amedê hat qetikirin û darvekirina Leyla Qasim a yek ji sembola berxwedana jinên Kurd bû, dîsa di rûpelên dîroka meha Gulanê de derbas dibe.
Meha Gulanê di aliyê şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê de qonaxek girîng e û dema azadiya Tevgera PKK’ê dema hebûnê ye. Rêbertiya me şehadeta Hakî Karer ku yek ji kadroyên pêşeng bû û di 18’ê Gulana 1977’an de şehîd ket wiha vegot: “Di sala ewil a şehadeta Hakî Karer de, hemû pirsgirêk ev bû ku wate ji bo vê bê dayîn û tişta pêwîst bê kirin bû. Ji bo em ji bin bandora vê ya manewî rabin, bi şev û roj em dixebitîn. Ger me cuda bifikiriya, ger em dûr biketina, li holê PKK nedima. Di vî alî de di demek ku em qels ketibûn de, heta bi qetilkirina Hakî re, ji bo dijminê ku difikirî ku ev teşebûna me ya qesl wê bi teşe nebe, koma ku nediyar e wê belav bibe, vê şehadetê, her wiha kûrbûn û têkoşîna me, çalakîbûn, mirov dikare bêjên ku bersiva herî mezin bû. Dîsa peywira me ya herî mezin bû û tişta ku esas PKK afirand jî ev nêzîkatî bû. Girêdayîna bîranîna wî, wek îfadeya herî şênber, biryara partîbûnê, pêşnûmeya biryarê û sala ewil bi amadekariyên vê derbaskirin, heta ber bi îlankirina partîbûnê de, eger şehadet li ser esasê rast bê nirxandin, rê li ber çi ve dike, vê nîşan dide. Dijmin dipa ku em bi wî re belav bibin, lê me bi wî re pêngava herî mezina dîrokî pêk anî. Ger şehadeta Hakî nebûna, belkî em nebûna, belkî me nekarî ew biryar bida. Bi şehadeta Hakî Karer re her tişt guherî. Dîroka vejîn û berxwedanê ya gelên Kurdistanê bi qehremantiyan dest ê dikir; di berxwedana Siwêreg, Hîlvanê de hevalê Halîl Çavgun, li Zîndana Amedê Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Aynik û Necmî Oner bi qehremaniya xwe ya bêhempa, kevneşopiya berxwedana gelên Kurdistanê bi jiyana xwe afirandin. Em van abîdeyên qehremaniyê yên ku em pêşeroja xwe deyndarê wan e û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya ku vê kevneşopiyê wê bibin şoreşê. Em diyar dikin ku ji bilî vê kevneşopiyê, jiyanek din qebûl nakin û li hember bîranîna wan rêzdarî serî ditewînin. Yek ji sembola jinan Mizgîn-Gurbet Aydin ku bi jiyan û pêşengiya xwe ya civakê, bal dikişand di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê gihişt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya ku meşa di rêya wê de, wê bi serketinê temam bikin, dubare dikin.
Em komkujiya Hewlêrê ya ku di 16’ê Gulana 1997’an de bi çavsoriyek mezin pêk hat, lanet dikin, hemû hevalên xwe yên di komkujiyê de şehîd ketine di şexsê hevalê Cemîl-Hasan Ozserîk yê ji Bazarcix a Mereşiye û Helîn-Hatîce Guven a ji Bazid a Agiriyê ye, bibîr tînin, soza jiyandina têkoşîna wan dubare dikin.
Em qetilkirina hevalê xwe Metîn Turgut ku ji Dêrsimê ye di 6’ê Gulana 1978’an de li herêma Dêrsimê ji aliyê hêzên şoven ve, lanet bikin, bi rêzdarî bibîr tînin.
Em li hember şehadeta heval Nuh Pehlîvan ku li Koçhîsarê ji dayik bûye di 10’ê Gulana 1979’an de jiyana xwe ji dest daye, bi rêzdarî serî ditewînin.
Em şehadeta hevalê xwe Sîno Karayel ê ji Mêrdînê ye û di 17’ê Gulana 1980’ê de ji aliyê neteweperestên paşverû ve hat qetilkirin, bibîr tînin û li hemberî bîranînên wî bi rêzdarî serî ditewînin.
Em şehadeta rêheval Haydar-Huseyîn Erol ku di 13’ê Gulana 1981’ê de li şehîd ketiye, bi rêzdarî bibîr tînin.
Em sê hevalên xwe yên li Botanê di 13’ê Gulana 1989’an de şehîd ketine di şexsê rêheval Hasan-Alî Agal yê ji Qubîna Êlihê ye, bibîr tînin.
Em şehadeta Alî-Ahmet Aydin ku ji Erziromê ye û du hevalên ligel wî li bejahiya Çiyayê Agiriyê di pevçûneke bi dijmin re, şehîd ketine, bibîr tînin.
Em 9 hevalên xwe yên di 14’ê Gulana 1991’ê de li eyaleta Başur-Rojva a Koçdagi şehîd ketine di şexsê hevala xwe Fîdan-Zeynep Suleyman ya ji Efrînê ye û Rahîme-Nezîhe Oner a ji Semsûrê ye, bi rêzdarî bibîr tînin.
Em şehîdên çalakiya Nerweh a eyaleta Botanê ya di 15’ê Gulana 1992’an de pêk hatiye, di şexsê heval Çirav-Maas Oktay yê ji Amedê ye bi rêzdarî bibîr tînin.
Em Bakî-Mehmet Tekîn yê ji Bismila Amedê ye û hevalên li gel wî di 12’ê Gulan 1993’an de li bejahiya Siwêregê şehîd ketine, bi rêzdarî bibîr tînin.
Em 18 hevalên xwe yên li bejahiya Pasûrê di 16’ê Gulana 1993’an de şehîd ketine di şexsê hevalê Zana-Zeynî Gumuş de bibîr tînin û doza serketina têkoşîna wan didin.
Em 7 hevalên xwe yên li herêma Zagros Gerdî di 14’ê Gulana 1994’an de şehîd ketine, di şexsê Sîdar-Îlham Erend yê ji Melezgîra Mûşê ye bibîr tînin.
Em şehîdên Çiyayê Bêzarê ku di 17’ê Gulana 1994’an de şehîd ketine, di şexsê Mehmet Emîn-Îsmaîl Tumen de ku ji Kahta ya Semsûrê ye, bibîr tînin.
Em sê hevalên xwe yên ku heman rojê li eyaleta Nurhakê şehîd ketine, di şexsê Hogir-Alî Manay de ku ji Elbîstanê ye, bi rêzdarî bibîr tînin û li hember şehadeta wan serî ditewînin.
Em sê hevalên xwe yên ku di 20’ê Gulana 1994’an de li herêma Besta şehîd ketine, di şexsê heval Abdullah-Abdullah Înal de ku ji Şirnexê ye, bibîr tînin.
Em 9 hevalên xwe yên ku Gulana 1994’an de li çiyayê Serhed-Tendurekê şehîd ketin di şexsê Hêlîn-Tenzîle Aktug ya ji Dihê ya Sêrtê ye de bibîr tînin û li hember bîranîna wan bi rêzdarî serî ditewînin.
Em şehadeta Mahmut-Hasan Ozdemîr ku ji Geverê ye û sê hevalên wî yên di 13’ê Gulana 1996’an de li herêma Zagros-Girana şehîd ketine, bi rêzdarî bibîr tînin.
Em 8 hevalên xwe yên ku di 12’ê Gulana 1997’an de li Botanê şehîd ketine, di şexsê heval Yahya-Ahmet Al de ku ji Mêrdinê ye, bibîr tînin.
Hevalên me Belengaz-Kemal Akbaş ê li Qerekoçan ji dayik bûye û Hewlêr-Sabah Cafer ê li Efrîn-Rojava ji dayik bûye û li bejahiya Bedlîsê ya eyaleta Xerzanê 12’ê Gulana 1997’an şehîd ketine bi rêz û hurmet bibîr tînin.
Ekrem-Azad Mustafa yê li Rojava-Amûdê ji dayik bûye û du hevalên pêre yên 20’ê Gulana 1997’an li Zagrosê şehîd ketin bi rêz û hurmet bibîr tînin.
Em çar hevalên xwe yên 18’ê Gulana sala 1998’an li eyaleta Dêrsimê şehîd ketin di şexsê hevala Eylem-Fadîme Karaaslan de bi rêz û hurmet bibîr tînin.
Em sê hevalên xwe yên 18’ê Gulana 1998’an li eyaleta Erziromê şehîd ketin di şexsê hevala Şîrîn-Bedîha Îtmen de bi rêz û hurmet bibîr tînin.
Em şeş hevalên xwe yên 20’ê Gulana 1998’an li Zagrosan gihiştin şehadê di şexsê hevala Evîn-Kezban Donmez a li Balikesîr ji dayik bûye bi rêz û hurmet bibîr tînin.
Em li hember şehadeta heval Sînan-Murat Demîrhan ê li Amedê ji dayik bûye û pênc hevalên pêre 13’ê Gulana 1999’an li herêma Behdînan-Metîna şehîd ketine bi rêz xwe ditewînin.
Em 19 hevalên xwe yên 13’ê Gulana 1999’an li çiyayê Cûdî di encama ku hêzên mêtinkar dermanê kîmyewî bikar anîn şehîd ketin, di şexsê hevalên xwe Hamza-Azîz Tanit ê li Şirnex-Gundikê Remo ji dayik bûye bi rêz bibîr tînin, em vê êrîşa ku ne li gor ti rêziken şer e careke din lanet dikin.
Em Ruken-Newroz Ozbay a li Sêrt-Gundê Erkendê ji dayik bûye û sê hevalên pêre yên 20’ê Gulana 2000’î li Behdînanê gihiştin şehadetê bi rêz bibîr tînin, em soza jiyandina bîranîna wan didin.
Em bîst û yek hevalên xwe yên 20’ê Gulana 2001’an li bejahiya Yedîsû ya eyaleta Erziromê di encama ku dijmin çekên kîmyewî bikar anî şehîd bûn, di şexsê hevalê xwe Îsmaîl-Hidir Ozgen Bîngol ê li Gimgim a Mûşê ji dayik bûye û bi cesaret, fedakarî û dilnizmiya di nav refên gerîla de bû sembol bi rêz û hurmet bibîr tînin.
Heval Xelîl –Deham Omer Sabrî yê li Rojava-Dêrikê ji dayik bûye û sala 1994’an li eyaleta Dêrsimê şehîd ket;
Heval Sînan-Yusuf Eran ê li Şirnex-Gundikê Remo ji dayik bûye û 9’ê Gulana 1995’an li çiyayê Cûdî di encama operasyonekê de şehîd ket;
Heval Hozan-Eyup Akkaya yê li Şirnexê ji dayik bûye û 19’ê Gulana 1995’an li Botanê şehîd ket;
Heval Diljîn-Rahîma Ayaz a li Şirnex-Gundikê Melê ji dayik bûye û Gulana 1997’an li Behdînan-Metîna şehîd ket;
Heval Cesûr-Raûf Kaya yê li Sêrt-Erûh ji dayik bûye û Gulana sala 1997’an li Behdînan-Metîna şehîd ket;
Heval Ronî Dijwar-Ronahî Magmuk a li Bedlîs-Tetwan ji dayik bûye û 20’ê Gulana 2004’an li Botanê şehîd ket;
Heval Firat Ferman-Kawa Teyyar ê li Hewlêr ji dayik bûye û 7’ê Gulana 2005’an li Bajêrgeh (Esendere) şehît ket;
Nadîr Gabar-Nadîr Guzîngul ê li Şirnexê ji dayik bûye û 15’ê Gulana 2006’an li bejahiya Erzîngan şehîd ket;
Heval Şoreş-Erkan Yalçın ê li Konyayê ji dayik bûye û Gulana 2006’an li Botanê şehîd ket;
Heval Mehmet-Onûr Yilmaz ê li Erzînganê ji dayik bûye û 11’ê Gulana 2009’an di encama êrîşa mêtinkariya Îranê de şehîd ket û
Hevalê xwe Rustem-Erdal-Settar Alîzade yê li Rojhilat-Selmas ji dayik bûye û 21’ê Gulana 2009’an li Amedê şehîd ket bi rêz û hurmet bibîr tînin, em diyar dikin ku tevayî şehîdên me meşaleyên ku rêya me ya têkoşînê ronî dikin.”
‘EM TÊKOŞÎNA AZADIYÊ HÊ ZÊDETİR PÊŞ BIXIN’
PKK got: “Tevayî nirxên me yên di rêya Rizgariya Azadî û Demokrasiyê de hatine bidestxistin encama ked û qehremantiyên şehîdên me ne. Ji bo parastin û pêşxistina van nirxan ji bo bigihêjin jiyana azad bi gelê xwe bi rastiya şehîdan ve girêdayî û têkoşînê re mimkun e. Ji bo siberojeke azad û bi Rêbertî re em bang li tevayî gelê me dikin ku xwedî li şehîdan derkevin û têkoşînê ji her demê zêdetir pêş bixin.”