PKK: Divê di salvegera komployê de berxwedan bê xurtkirin

PKK: Divê di salvegera komployê de berxwedan bê xurtkirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniya komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê şermezar kir û got; “li hember tecrît û îşkenceya li ser Rêbertiya me sebr û hedana gelê me nemaye. Daxwaziya ji bo azadiya Rêber Apo bûye rojeva bingehîn a gelê me û her roja ku diçe bi çalakiyên hîn xurt lê xwedî tê derketin.”

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di malpera xwe ya înternetê ya fermî (http://www.pkkonline.com/) de bi boneya 14’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin; “

Daxuyaniya PKK’ê wiha ye; “Em dikevin 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê ya ku di şexsê Rêber Apo de li hember gelê me û tevgera me hatiye pêkanîn. Bi boneya salvegera komployê em hemû hêzên komploger lanet dikin û dibêjin dê ev kirina wan ji wan re nemîne.

Hemû şehîdên me yên di pêvajoya komployê ya ku ji 9’ê cotmehê heta 15’ê sibatê de û piştre li dora Rêbertî bûn xelekek, ji bo tolê ji komployê bigirin bedena xwe kirin mîna gogek ji êgir û bûn nemir bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Ji bo li hember komployê li ber xwe bidin di serî de rêheval Berwar, Zîn, Rojbîn, Binefş ji heft heta heftê salî hemû şehîdên me yên bi şîara “Hûn nikarin Roja me tarî bikin!” bedena xwe dan ber êgir, em soza xwe dubare dikin ku di şexsê wan de berxwedana ku li hember komployê dan meşandin û helwestên wan ên tûj em ê di têkoşîna xwe de bilind bikin û li ser xeta wan bimeşin.

KOMPLO ÇAWA PÊK HAT?

9’ê cotmehê salvegera derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê ye. Di sala 1998’an de dewleta Tirkiyê bi desteka hêzên navneteweyî ji bo Rêber Apo ji Sûriyeyê bê derxistin pêkutî li ser Sûriyeyê zêde kirin. Derketina ji Sûriyeyê li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin û her wiha starta komploya 15’ê sibatê hatiye dayîn. Komployê hedef kiribû ku Rêber Apo êsîr bigire û têkoşîna azadiyê tasfiye bike. Ji bo vê di 9’ê cotmehê de hatibû destpêkirin û di 15’ê sibatê de bi êsîrgirtina Rêber Apo û teslîmkirina Tirkiyê xwestibûn bigihên encamê. Her çiqas wisa dixuya ku komplo di encama ferzkirina dewleta Tirkiyê ya li ser Sûriyeyê hatibe lidarxistin jî esas planger û pêkînerê pêvajoya komployê di pêşengiya DYE’yê de hêzên emperyalîst in. Plansaziya komployê ji aliyê Îngilîstan ve hatiye kirin, pêkanîna pratîk DYE girtiye ser xwe û Îsraîl erka komkirina agahiyên îstihbarî girtiye ser xwe. Yewnanîstan mîna dost xwe daye nîşandan û rola bi îxanetê ber bi xefikê ve kişandinê girtiye ser xwe, Rûsya ji bo peymanên bazirganiyê pişta xwe daye Rêbertiyê. Piştî ku Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derket mîna gogeke ji êgir ji welatekî şandine welatekî din, ji bo Rêbertiya me li rûyê dinyayê bihostek cî nehatiye hiştin. Aşkere ye ku ev merîfeta dewleta Tirk nîn e. Di vê komployê de rola Tirkiyeyê ji gardiyantî û pêkanîna plansaziya dewletên emperyalîst wêdetir tiştek nîn e. Ji lewre ev rastî ji aliyê kesên herî payebilind ve hatiye îtirafkirin.

Di bingeha komploya ku di 9’ê cotmehê de dest pê kir û bi êsîrgirtina Rêber Apo bi encam bû de planên herêmî yên hêzên emperyalîst heye. Hêzên hegemon ên navneteweyî dixwestin teşeyekî nû bidin Rojhilata Navîn, lê îdeolojî û têkoşîna azadiyê ya ku di şexsê Rêber Apo de bilind dibû mîna astengî dîtin. Ji ber vê yekê bi êsîrgirtina pêşeng û rêvebirê têkoşîna me ya azadiyê Rêber Apo, xwestine encamê bigirin. Di komployê de sîstema Îmraliyê ya ku ji bo bêbandorkirina Rêber Apo hatiye sazkirin jî bi konsepta heman hêzan hatiye avakirin.

Lê tu hesabekî komplogeran neçûye serî. Rêbertiya me di pêvajoya Îmraliyê de ji bo gelan manîfestoya azadiyê ava kiriye û çareserkirina pirsgirêkên zihniyetê yên ku bi hezaran salan in bûne girêka kor esas girtiye û veguherandiye derketineke mezin. Tevgera me li dora Rêbertiyê xwe ji nû ve ava kiriye û bûye hêzeke siyasî ya herî bi bandor a Rojhilata Navîn. Gelê me yê ku li ser vî hîmî israr û berxwedana xwe ya di azadiyê de bilind kiriye, li herêmê gihîştiye rewşa gelê herî rêxistinkirî, herî berxwedêr û demokrat.

BÊÇARETIYA DEWLETA TIRK

Di van rojên ku em dikevin salvegera 14’emîn a komployê de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşketinên dîrokî diqewimin. Bi lezdayîna konsepta ji nû ve dîzanykirina Rojhilata Navîn tê xwestin encam bê girtin. Krîza sîstemê û hevkarên herêmî her roja ku diçe kûr dibe. Li Kurdistanê jî ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd gavên dîrokî tên avêtin. Li Rojava gelê kurd li hember rastiya sîstema ku diheje pêvajoya avakirina rêxistinkirina xwe ya xweser û demokratîk bi pêş dixe. Gelê kurd li tevahî parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê dimînin ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bilind dikin, gerîla bi berxwedaneke destanwarî Şerê Gel ê Şoreşgerî bilind dike. Hêzên serwer, bi taybet jî dewleta Tirkiyeyê ji bo pêşî li van pêşketinan bigire di nav hewldaneke giran de ye û bêçaretiya wan hîn derdikeve holê.

Ya ku mohra xwe li pêvajoyê xistiye berxwedana bêhempa ya Rêber Apo û girankirina tecrîda li ser wî ye. Tecrîda giran û dermirovî ku ev 14 meh in berdewam dike rewşa komployê ya hatiye kûrkirin û veguheriye îşkenceyê ye. Dewleta tirk li hember têkoşîna me ya azadiyê di nav bêçareserîtiyek de ye. Li hember viya tecrîda li ser Rêber Apo bi veguherandina tam îşkenceyekê dixwaze tevgera me ya azadiyê bi gefxwarin û şantajê bêbandor bike. Ragihandina bi Rêber Apo re qut kirine û bi vê dixwazin tevgera me û gelê me hem bikin bin pêkutiyê û hem jî bê perspektîf bihêlin.

XURTKIRINA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Li hember vê bersiva tevgera me bilindkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî bûye. Bi operasyonên şoreşger ên ku hatine kirin derbeyên mezin li artêşa tirk xistine û qad xistine bin venêrînê û ketina dewletê ya van qadan hatiye astengkirin. Ji aliyê din ve li hember tecrît û îşkenceya li ser Rêbertiya me sebr û hedana gelê me nemaye. Daxwaziya ji bo azadiya Rêber Apo bûye rojeva bingehîn a gelê me û her roja ku diçe bi çalakiyên hîn xurt lê xwedî tê derketin.

Dîsa girtiyên azadiyê yên ku di zîndanan de di şertên îşkenceyê yên giran de dijîn bi grevên birçîbûnê yên berfireh bedenên xwe ji Rêber Apo re dikin sîper û yekîtiya xwe ya ruhî bi Rêber Apo re datînin holê.

Gelê kurd bi salan e bi çalakî û berxwedana ku di bin her şert û mercî de bi pêş dixe nîşan daye ku îradeya wî ya azadiyê Rêber Apo ye. Xerakirina komploya li ser Rêber Apo şertê bingehîn a azadiya gelê me ye. Di 14’emîn salvegera komploya 9’ê cotmehê de, gelê kurd li hember komployê divê dîsa helwesta xwe ya tûj nîşan bide û çalakgeriya xwe ya li dora Rêber Apo bilind bike. Operasyonên şoreşgerî yên ku gerîla li çiyayan bilind dike divê gelê me bi berxwedan û çalakiyên di bingeha parastina cewherî de bilind bike temam bike. Ew îradeya hevpar a ku wê gerîla û gelê me biafirîne wê hêzên komploger qehir bike û komployê bavêje ser sergoya dîrokê.

Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê me û raya giştî ya demokratîk dikin, di salvegera 14’emîn a komployê de bi çalakiyên dijwar ên ku wê komployê xera bikin têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin. Di salvegera 14’emîn a komploya 9’ê cotmehê de em careke din hêzên komploger bi nelet şermezar dikin û em dibêjin ku wê ev ji wan re nemîne û komplo mehkûmî jihevketinê ye. Şehîdên me yên qehreman û fedaî yên li hember tarîtiya komployê bi bedenên xwe agirê azadiyê geş kirin û ji tarîtiyê re bûn ronahî careke din bi hurmet bi bîr tînin. Li hember komployê, ji bo azadiya Rêbertiya me, heta bigihê serkeftinê em soza xwe dubare dikin, di rêya ku wan vekiriye de em ê berxwedana xwe bilind bikin. Tevahî gelê me yê welatparêz û fedakar ê ku ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin û dîsa hemû dostên me yên bi hestiyariyeke demokrat û şoreşger li azadiya Rêbertiya me xwedî derdikevin bi hurmet silav dikin, di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin.

Berxwedana azadiyê ya gelê me wê mûtleq komployê xera bike û komplogeran di tarîtiya wan de bifetisîne.”