Li hember zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî dewam dikin, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAKê daxuyaniyek nivîskî da. PJAK ku bal kişand ser cezayên darvekirinê û pêkanîna van cezayan di rojên dawî de, diyar dike ku rejîma Îranê ji bo çavtirsandina civakê dîsa darvekirin xistine dewrê û banga xwedîderketina li girtiyên siyasî li gelê kurd kir.
Koordînasyoan PJAKê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de radigihîne ku Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka damezrandina xwe ve, hewl daye bi cezayê girtinê civakê teslîm bigre, hemû dengên nerazî qut bike û siyastên xwe li ser ferz bike.
PJAK ku balê dikişîne ser zext û êşkenceyên her ku diçe li zindanan zêde dibin, cezayên darvekirinê yên rojên dawî jî wekî nîşaneya herî dawî ya vê siyasetê bi bîr dixe.
Koordînasyona PJAKê diyar dike ku ji bilî girtiyên siyasî yên ji gelên din, bi taybetî li ser girtiyên kurd êriş û zext zêde bûne û di vê derbarê de vê radigihîne:
"Ji ber daxwazên wan ên mafên rewa, bi sedan kesayetiyên siyasî û çalakên medenî ji aliyê rejîmê ve hatine binçav kirin û rojane bi helwestên gelek xirab re rû bi rû dimînin. Ji girtiyê kurd yê ji Selmasê Reza Mewlazade û bi dehan kesên din agahî nayê wergirtin. Dibe ku di bin êşkencê de jiyana xwe ji dest jî dabin. Girtiyên siyasî yên kurd Zeyneb Celaliyan, Mensûr Ehmedî, Behrûz Alxanî, Şakîr Baqî, Remezan Ehmed, Hebîbullah Gulperîpûr û bi dehan girtiyên din bi helwestên nemirovane yên karbidestên rejîma Îranê re rû bi rû ne."
Koordînasyona PJAKê ev helwesta rejîma Îranê ya li hember girtiyên siyasî yên kurd, wekî nîşaneya siyaseta wê ya înkara gelê kurd binav kir û di vê derbarê de ev hişyarî jî da:
"Ev siyaset jî eşkere dike ku Komara Îslamî ya Îranê amade nîne mafên rewa yên kurdan qebûl bike û pirsa kurd çareser bike. Israra Komara Îslamî ya Îranê di vê siyasetê de bê wate ye û bi ti awayan nayê qebûl kirin. Bi taybet jî helwestek bi vî awayî li dijî girtiyên siyasî, wê ji aliyê gelê kurd ve neyê qebûl kirin. Li ser vî esasî ne tenê divê Komara Îslamî ya Îranê dest ji van kiryaran berde, her weha derhal mijara azadkirina wan têkeve rojevê û li ser nîqaş werin kirin."
Koordînasyona PJAKê bang jî li gelê kurd ê li hemû beşên Kurdistanê kir ku ji bo azadiya girtiyên siyasî û dawîlêanîna vê siyaseta girtin û binçavkirinê, bikeve nava tevgerê û bi çalakiyên cur bi cur li girtiyan xwedî derkeve.