Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi munasebeta 67. salroja damezrandina Komara Kurdistanê daxuyanuyeke nivîskî da. PJAK ku damezrênerên komarê bibiranîn, Komara Kurdistan wekî hewldana kurdan ji bo statuyek siyasî û hiqûqî û lêgerîneke li dijî sîstema înkarê û jinavbirian kurdan bi nav kir.
Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de tîne ziman ku 67. salroja damezrandina Komara Kurdista rastî qonaxek dîrokî û bi wate hatiye ku li hemû beşên Kurdistanê, derfetên statuyek siyasî û demokratîk derketine holê û diyar dike ku bersiva rast ku di van rojan de were dayin, li hemû qadan xurtkirina têkoşîna azadiyê ye.
PJAK balê dikişîne ser êriş û pîlangeriyên piralî ku niha dagirkerên Kurdistanê li dijî van hewldanên kurdan dixin dewrê û tîne ziman ku erka hemû gelê kurd e li dijî van siyasetên terorkirin û darvekirinê xwedî helwest be.
Banga PJAKê ya di vê derbarê de weha ye: "Bilindkirina asta têkoşîna netewî û dawîlêanîna êrişên Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, xwedîderketina li statuya demokratîk a gelê me li Rojava, piştgiriya têkoşîna li Bakur û qonaxa çareseriyê û dîsa parastina desketiyên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên terorîstane, helwesta herî rast ya bibîranîna Komara Kurdistan e."
Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê radigihîne ku ew Komara Kurdista a li Mehabad hatî îlan kirin, wekî beşek ji nasnameya netewî û dîroka têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurdistanê dinirxnin û xwedîderketina li vî nirxê giranbuha, wekî berpirsyariyek şoreşgerî û welatparêziya xwe dibînin.
Di dawiya daxuyaniya PJAKê de bang li hemû gelê kurd û hêzên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê jî tê kirin ku bi taybetî di vê qonaxa dîrokî de, ala têkoşînê bilind bikin, li destketiyên Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û dawî li dagirkeriyê bînin.