Piştî duh li Dêrîkê teqîn pêk hat, polîsan di ser malên Dayîkên Aştiyê, belvakarên rojnameyan, endamên meclîsa şaredariyê, parêzvanên mafên mirovan û gelek malên din de girtin. Di dema serdegirtinan de hinek welatî rastî tundiya fizîk hatin û 3 kesên hatin binçavkirin pişt re serbest hatin berdan.
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê duh derdora demjimêr 16.30'an de dema wesayîta polîsan derbaz bû teqîn pêk hat û di teqînê de polîsek mir û 2 polîs jî bi giranî birîndar bibûn. Piştî teqînê polîsên hatin cihê bûyerê raste rast derdor gulebaran kirin.
Di di demjimêrên êvarê de jî polîsa di ser gelek malan de girtin. Bi tevlîbûna polîsên tîmên taybet di ser mala endamên Şaredariyê Dêrîkê Aysel Erol, Mehdî Kiran, Haci Gokalp, Nesrîn Yesîn, Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Dêrîkê Servet Abdan, Amirê Personelan Davut Dînler, xebatkarên Şaredariya Dêrîkê Mazlum Erek, Salîh Aydin, Ridvan Dîp, Sidik Dolek, endamên Dayîkên Aştiyê Emriye Ektîren, Rabîa Eye, Nûnerê ÎHD'ê yê Dêrîkê Abdurrahman Kizilay, Xebatkarê Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz û welatiyên Nîhat Gokalp, Welat Gokalp, Ahmet Has û Şeyhmus Gokalp de girtin.
Hate ragihandin ku, di serdegirtinê de polîsan derên malan şikandin û li malan lêgerîn pêk anîn, her wiha heqaret li welatiyan kirin. Di serdegirtinê de Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Dêrîkê Servet Abdan, Amirê Personelan Davut Dînler û Xebatkarên Şaredariya Dêrîkê Mazlûm Erek hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan û li navçeyê polîs tedbîrên gelek berfireh digirin.