Rojnameya Yenî Akît çend roj berê di manşeta xwe bi ser navê "Aha ji te re rojnameger" (Al sana Gazeteci) derket û rojnameger kirin hedef. Piştî vî sernûçeyê ku rojnameger kirin hedef, Pêşkêşvana Gun Radyo Rohat Emekçî, rastî êrîşê hat.
Rojnameya Yenî Akît di 16'ê Kanûnê de bi manşeta "Aha ji te re rojnameger" (Al sana gazeteci) derket. Piştî vê manşeta Yenî Akîtê ya digot "Pêşkêşiya civînên PKK'ê dike û anonsên wan dike" pêşkêşvana Radyo Gun ya li Amedê weşanê dike, Rohat Emekçi, di demjimêr 23.20'an de dema ji avahiya radyo ya Diyar Galeria derdiket rastî êrîşê hat. Emekçî ku rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar hat, rakirin nexweşxaneyê. Emekçi piştî li nexweşxaneyê hate dermankirin rapora "Milê rastê şikestiye" girt.
Emekçî diyar kir ku, roja di manşeta Yenî Akîtê de manşeta "Aha ji te re rojnameger" derket ew di heman şevê de rastî êrîşê hat û ev êrîş bi zanebûn û plane.
Emekçî da zanîn ku, dema ji radyo derket nehat zanîn ku, kê ji bo çi êrişê wê kir û wiha got: "Dema ez ji bo li taksiyê siwar bim û biçim malê ez derbazî aliyê din yê kolanê bûm. Dema ez derbazî kolanê bûm ez rastî êrîşa kesên nenas hatim. Ez li erdê dirêj kirim û li min dan. Piştî li min dan reviyan û winda bûn.
'BI ARMANCA PROVOKASYONÊ MANŞET AVÊTIN'
Emekçî destnîşan kir ku, bi zanebûn û plan ew rastî êrîşê hat û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di roja 16'ê Kanûnê de Rojnameya Yenî Akit manşeta 'Al sana gazeteci' avêt rûpelê. Ev manşet xuya dike ku armanc alozî u hedef nîşandane. Ji xwe piştî vê manşetê bi şev bûyer pêk hat. Em ji kevneşopiya Apê Mûsa tên û em dê rêça wan bişopînin."
Emekçî anî ziman ku ew dê serlêdana sûc bike."