Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê 44 girtiyên ji doza PKK'ê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. Girtiyan diyar kirin ku, piştî girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveker kirin û piştî 68 rojan dawî li çalakiyê anîn hevalên wan sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.
700 girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê di derbarê sirgûnkirina 44 hevalên xwe de daxuyanî dan. Girtiyan di daxuyaniyê de wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ya ku, bûye bela serê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, dest ji polîtîkayênxwe yên kirêt û qirêj bernade û bi hemû awayî êrîşên xwe bênavber didomîne. Di nava sala 2012'an de, di serî de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî û bêhempa da meşandin, pêşberî gerîlayên me operasyonên îmhayê bê navber hat domandin, bi operasyonên qirkirina siyasî, gelê me dagirtin zindanan. Li hemberî van polîtîkayên înkar û îmhayê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên me û gelê me, berxwedanekî bêhempa da meşandin. Me jî wekî dîlên azadiyê bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger xwest bibin parçeyekî vê berxwedanê. Gelê me û raya giştî ya demokratîk ya Tirkiye jî, berxwedana me ya 68 rojan berdewam kir de piştgirî dan me. Vê çalakiya me rûpoşa AKP'ê derxist holê û rûyê wî paşverû, rantxwariya şer, înkarker û faşîst careke din derxist holê."
Gintiyan diyar kir ku, feraseta AKP’ê ya qirêj, li şûna ku çalakiya wan bi bangawaziya Rêbertiya xwe berdayî re pirsgirêkên çareser bike, polîtîkayên xwe yên tolhildanê xistiye meriyetê. Girtiyan da zanîn ku, ji Amedê nêzî 50 hevalên wan mişextê girtîgehên rojavayê Tirkiyeyê wekî bajarên Çanakkale, Bandirma, Karabuk, Amasya û Înebolu hatiye kirin. û wiha got: "Di nava van hevalên me de nexweş û kal jî hene Tê gotin ku mişextkirin di rojên pêş de jî wê bi hemû leza xwe berdewam bike. Cardin wê bi dehan rêhevalên me yên girtiyên doza wan berdewam bike bişînin girtîgehên herêmê.
Em dixwazin bînin ziman ku, ev polîtîkayên tolhildanî û dagirkeriya AKP'ê tu awayî encam nagire û em jî paş de gav navêjin. Em li bendê ne ku hemû raya giştî û gelê me vê mijarê de hişyarbin û bi baldarî tevbigerin.
Girtiyên hatin mişextkirin (sirgûnkirin) navê wan û cihê dê biçinê wiha ne:
GIRTÎGEHA ÇANAKKALE:
Înan Akin
Hanifî Kanat
Ozgur Karagoz
Ozgur Çakır
Adil Bozkurt
Medenî Kaya
Îsmet Koluman
Şahîn Aslan
A.Rahîm Maço
GIRTÎGEHA KARABUK:
Ebedîn Argiş
Murat Kozat
H.Umut Ozer
Enver Oktem
Gafur Dundar
Mahsum Ýverendî
Ferdî Kaya
Rêzan Çelîk
Mehmet Çelîk
Mahmut Ayaz
GIRTÎGEHA BANDIRMA:
Erdal Polat
Mehmet Şanli
Nevzat Ozkan
Mehmet Dursun
Ahmet Gezen
A.Kadîr Kizilirmak
Mursel Yakişikli
Cezaîr Kaya
Ferît Orak
Reşat Bîtgîn
GIRTÎGEHA ÎNEBOLU:
Beşir Arcagok
Tahîr Demîralp
Abdullah Kaya
Mîkaîl Çagrici
Murat Aydin
A.Rahman Înanç
Agît Gîzlenmîş
Cuneyt Ekîn
Erdal Çetîn
Bayram Ari
GIRTÎGEHA AMASYA:
Suat Baran
Suleyman Kizmaz
Tugay Ustuntaş
Şahîn Tanriverdî
Zulfu Bînbîr